Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serî li rayedaran da
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serî li rayedaran dan.
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serî li rayedaran dan.
Mehmet Ocalan birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji girtiyên din birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn, bi rêya parêzerên xwe ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzerên Ocalan Rezan Sarica, Raziye Tûrgût, Îbrahîm Bîlmez û Serbay Koklu jî doh ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Heta niha bersiv ji serlêdana parêzeran re nehatiye dayin.