Malbata Hisênpenahî li dijî cezayê îdamê di greva birçîbûnê de ye
Bavê Ramîn û Efşîn Hisênpehanî, Mihemed Hisênpenahî ji bo piştgiriyê bide çalakiya greva birçîbûnê ya kurên xwe, dest bi greva birçîbûnê kir.
Bavê Ramîn û Efşîn Hisênpehanî, Mihemed Hisênpenahî ji bo piştgiriyê bide çalakiya greva birçîbûnê ya kurên xwe, dest bi greva birçîbûnê kir.
Herdu girtiyên siyasî Ramîn û Efşîn Hisênpenahî ku birayên hev in berî pênc rojan li dijî cezayê darvekirinê yê li Ramîn hate birîn dest bi greva birçîbûnê kirin. Ji bo piştgiriya wan, bavê wan Mihemed Hisênpenahî jî 3 roj in dest bi greva birçîbûnê kiriye.
25'ê Çileyê de şaxa Dadgeha Şoreş a bajarê Sine Ramîn Hisênpehanî bi tewanê dijî ewlehiya neteweyî û endambûna Komele tewanbar kir û cezayê darvekirinê dayê. Roja piştî wê Ramîn Hisênpehanî û Efşîn Hisênpehanî li Girtîgeha Navendî ya bajarê Sine dest bi greva birçîbûnê kirin, ew jî bi armanca nerazîbûna li hemberî cezayê darvekirinê.
Bavê Ramîn û Efşîn Hisênpehanî, Mihemed Hisênpehanî yê 78 salî bi armanca piştgiriya ji bo çalakiya herdu kurên xwe, 3 roj in dest bi greva birçîbûnê kiriye.
23'ê Hezîrana 2017’ê komek ji 4 kesî ya pêşmergeyên Komeleya Zehmetkêşên Kurdistan-Îranê li nav bajarê Sine ketine kemîna sopay pasdarên Îranê. Di encama şerê derket de 3 pêşmerge şehîd bûn. Pêşmergeyê bi navê Ramîn Hisênpehanî bi birîndarî kete destê hêzên pasdarên Îranê.