Malbata Alî Îsmaîl li dijî reşkirina delîlan derket
Malbata Alî Îsmaîl li dijî reşkirina delîlan derket
Malbata Alî Îsmaîl li dijî reşkirina delîlan derket
Malbata Alî Îsmaîl Korkmaz ku li Eskîşehîrê bi lêdana kesên nasname ne diyar jiyana xwe ji dest da, li dijî polîsan derket ku hewl dide delîlan reş bikin. Birayê Alî yê parêzer Gurkan Korkmaz xuyakirin ku ew bi fikarin di nava bûyerê de polîs bi xwe heye.
Korkmaz daxuyanî da rojnameya Cûmhûriyetê û diyar kir ku tevî hemû israra wan jî dîmenên kamera yên li kolana Yûnûs Emre yekser ji wan re nehatine dayîn û bi rêya Emniyetê hatine komkirin. Korkmaz got, "Di 3 kamerayên berê wan li cihê bûyerê ne, ti dîmen nehat peydakirin. Hard diska 2 ji wan bi temamî valaye, hatiye jêkirin, qeyd tineye. Dîmenê ji kameraya otelêkê hatiye girtin jî, bi gotina xwediyê otelê, ji hard diskê hatiye kopîkirin. Gava ew dîmen piştî du rojan gihaşt ber destê dozgeriyê, di beşa kopîkirinê de jî ti agahî nehat peydakirin. Lê mudurê otelê got, dîmên baş dihat xuyakirin."
Korkmaz diyar kir ku di mijara kuştina Alî Îsmaîl de hewl tê dayîn delîl bên reşkirin û got, "Em bi gumanin ku di bûyerê de polîs heye. Ji ber ku şahidekî got, di dema lêdanê de polîsên rû bi maske û dest bi ço hebûn û dengê têlsiza wan dihat. Dema ev gotin li ber çavan were girtin, diyare di nav êrîşkaran de polîs hene. Jêbirina qeydan, peydanekirina dîmenan, vê gumana me xurtir dike. Ne rast e ku yên dibêjin "di bûyerê de polîs tineye" vê lêpirsînê bimeşîne. Ji bo bûyerê lêbipirse me serî li jendermeyan dan lê ev daxwaza me hat redkirin. Dîmen, kincên Alî û delîl li Laboratûvara Krîmînal a Jendermeyan tên lêkolînkirin.