Malbat ketin ser rêya Îmraliyê

Malbat ketin ser rêya Îmraliyê

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û malbatên zarokên wan li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê ji bo bi xizmên xwe re hevdîtinê bikin ketin ser rêya Îmraliyê. 

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan, xwîşka girtiyê bi navê Şeymus Poyraz, Felek Cizlamaz û keça wî Nalan Poyraz û vasîsê Cumalî Karsu, Pervîn Oduncu ji bo biçin Girtîgeha Îmraliyê û hevdîtinê pêk bînin, piştî serlêdana wan hat qebûlkirin îro ber bi Îmraliyê ve derketin rê. Malbat piştî lêgerina cendirmeyan ji Lîmana Gemportê ber bi Îmraliyê ve derketin rê. 
Pêş malbat derkevin rê, Mehmet Ocalan li ber Fermandariya Cendirmeyan a Gemlikê, daxuyani da û diyar kir ku heta niha şert û mercên birayê wî nehatine guhertin. Ocalan da zanîn ku hêj parêzer nikarin biçin Îmraliyê û hiqûq binpê dibe. Mehmet Ocalan, da zanîn ku hêj tiştek nehatiye guhertin û xwest demek berî demekê parêzer biçin Îmraliyê û lêkolîn bikin.