Malbat ji Îmraliyê vegeriyan

Malbat ji Îmraliyê vegeriyan

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Mihemed Ocalan û malbatên girtiyan ji girava Îmraliyê vegeriyan Gemlikê. Mihemed Ocalan da diyar kirin ku, Ocalan ji heyetê re her tişt gotiye û got: “Tiştekî zêde ez bêjim nîne.”

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah  Mihemed Ocalan û malbatên girtiyên din yên ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind dimînin xwişka Şêxmus Poyraz Felek Cizlamaz û serwarisa Cumalî  Karasû Pervîn Oduncu piştî li Girava Îmraliyê hevdîtin  kirin vegeriyan Gemlikê. Di derbarê hevdîtinê de Mihemed Ocalan li Gemlikê daxuyanî da û got: “Tiştekî zêde ez bêjim nîn e. Berî 10 rojan heyet ji wê derê hatin. Axivîn, tişta wan gotin wisa ye. Ez tiştekî li ser zêde nakim.”

Li ser pirsekî ya rojnamevanekê a Ocalan di derbarê “ paketa çareseriyê de” çi di hizire Mihemed Ocalan wiha got: “Vê ji heyetê pirs bikin. Em hevdîtinên malbatî dikin. Pêvajo heyeta BDP’ê birêve dibe. Hûn ji wan pirs bikin wê hin baştir û rast be.

Piştî daxuyaniyê  Mihemed Ocalan û malbatên din siwarbûn û ji wê wir veqetiyan.