Malbat ji bo Sîncar û Ozdemîr ên ku hatine qetilkirin, kom bûn

Endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan ji bo parlementerê DEP’ê Mehmet Sîncar ê ku hatibû qetilkirin, kom bûn.

Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’a Amedê di hefteya 760’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolû ya Amedê li dar xist. Di çalakiyê de wêneyên windayan li erdê hat raxistin û hat hildan. Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Mehmet Kamaç, hevjîna Parlementerê DEP’ê Mehmet Sîncar yê hatibû qetilkirin, Cîhan Sîncar, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl beşdarî çalakiyê bûn. 

Vê hefteyê li kujer ango faîlên Parlmanenterê DEP’ê yê Mêrdînê Mehmet Sîncar û Rêveberê DEP’a Êlihê Metîn Ozdemîr ên di 4’ê Îlona 1993’yan de li Sûka Êlihê hatibûn qetilkirin, hat pirsîn. 

Cîhan Sîncar di çalakiyê de axivî û bi bîr xist ku doza Mehmet Sîncar piştî 30 salan ji demboriyê hat betalkirin û got: “Ev 30 sal in ku Mehmet Sîncar tê qetilkirin. Ev berxwedan 30 sal in didome. Di sala 2004’an de piştî ku AKP’ê bi qatilan re rûnişt, biryara demboriyê hat eşkerekirin.” Sîncar diyar kir ku demboriya dozê sûcê mirovahiyê ye û wiha got: “AKP’ê ev neheqî li me kir. Belkî di dema desthilatdariya AKP’ê de nemiriye. Lê AKP bi kesên wek Mehmet Agar re rûnişt. Em jî soz didin malbatên kesên li Kurdistanê hatine kuştin; em ê tu carî windayên xwe ji bîr nekin, em ê nehêlin bên jibîrkirin."

Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan jî anî ziman ku wê têkoşîna Mehmet Sîncar û hevalên wî hatine qetilkirin bidomînin û got: “Salên 1990’î serdema kuştin û windakirina rojnamevan û siyasetmedarên Kurd bû. Mehmet Sîncar jî yek ji wan bû. Em dîsa dibêjin. Ya ku hatiye kirin beşek ji siyaseta bêcezakirinê ye. Tişta ku hatiye kirin di hiqûqê de cihê wê nîne. Heta kujer û berpirsiyar bên dîtin û darizandin wê têkoşîna me bidome.” 

Serokê ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz bal kişand ser astengkirina çalakiya Dayikên Şemiyê û wiha axivî: “Em dibêjin bila Qada Galatasarayê ji Dayikên Şemiyê re bê vekirin. Kiryarên we yên ku digihîjin îşkenceyê sûc in. Qada Galatasarayê ji parêzvanên maf û xizmên windayan re vekin! Ji bo van pêkanînên ku bi armanca dorpêçkirin û qedexekirina qada bîranînê ya ji mirovên Şemiyê re tu bingeheke wê ya qanûnî nîne.” 

Piştre serpêhatiya qetilkirina Mehmet Sîncar û Metîn Ozdemîr hat xwendin. 

Piştî daxuyaniyê Xizmên Windayan ji bo bîranîna windayan çalakiya rûniştinê li dar xistin. 

 ÊLIH

Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’a Êlihê jî di hefteya 596’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Rêya Gulistanê li dar xistin. Gelek kes tev li çalakiyê bûn. Rêveberê Navenda Giştî ya ÎHD’ê Zekî Tanguner di çalakiyê de axivî û bertek nîşanî êriş û astengiya li ser Dayikên Şemiyê da û got: “Em ê dest ji têkoşîna lêgerîna windayên xwe bernedin. Heta ku kujer û berpirsiyar hesab bidin, em ê têkoşîna xwe bidomînin.” 

Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê ya ji bo bîranîna windayan bi dawî bû.