Malbat duşemê diçin Îmralî

Malbat duşemê diçin Îmralî

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û malbatên du girtiyên li Girtîgeha Îmraliyê dê roja Duşemê biçin Girava Îmralî

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û xwişka Şêxmûs Poyraz Felek Cizlaşmak û birayê Cûmalî Karsû Hanifî Karsû ên li Girtîgeha Tîpa F ya Îmralî dimînin, ji bo roja 21’ê Cotmehê bi xizmên xwe re hevdîtinê pêkbînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn û dozgeriyê jî bersivek erênî da. Malbat dê roja Duşemê biçin Girava Îmralî û bi xizmên xwe re hevdîtinê pêkbînin.