Malabatên Roboskê: Em kujeran niha dixwazin
Malabatên Roboskê: Em kujeran niha dixwazin
Malabatên Roboskê: Em kujeran niha dixwazin
Malbatên Roboskê du sal berê îro bi sibeheke ku dê êdî wek berê nebin şiyar bûn. Rojeke berê kefşiya ku jiyan, dema li malên xwe bi malbatên xwe re derbas kirine agahiya wan ji tu tiştekî tunebû. Ew roja ku wek yek ji rojekê destpêkir, ew gund xist tariyek mezin û ligel gundiyan hemû gelê kurd xist nava êşeke mezin.
Li navçeya Qileban a Şirnexê gundiyên Gundê Roboskê û Gulyazi 731 roj berê 19 jê zarok 34 ewladên xwe di encama bomberanirina balafirên artêşa tirk de wenda kir.
Di salvegera komkujiyê de em bûn mîvanên malbatên Roboskê. Em li 34 malbatan yek bi yek geriyan û me êşa wan ya ji nûve teze bûye guhdarî kir. Wekê ku her kes dizane; daxwazeyek heye; bila dewlet kujeran derxîne holê. Rastiyek mezin heye; em kujeran dizanin, bersucan nas dikin!
KUREKÎ MIN YÊN DIN JÎ HEYE EW JÎ DÊ BIÇE KAÇAXIYÊ
(Dayika Şivan Encu(16) Hediye Encu)
“Ev du sale bûyerên vedişêrin. Kesek jî nedarizandin. Zarokên me qetilkirin, li me cehnem rewa dîtin. Em ligel hemû zextan dên neyên lîstikên wan. Heta damleya dawî ya xwîna me emê têbikoşin. Kurê min 16 salî bû. Debara me dikir. Ew kuştin. Niha yek kuruşekî me nîne. Kurê min yê biçûk 11 saliye. Wî jî dibistan berda. Belê dê niha neçe kaçaxvaniyê çi bike? Emê çi bikin?
EM KUJERÊN WÎ WAN DIZANIN DÊ HEMÛ CÎHAN BIBÎHIZE
(Dayika Hamza Encu yê 21 salî Kadriye Encu)
“Erdogan îro heye sibê tune. Bi hezaran kurd li ser vê axê ye. Erdogan canê me nedaye. Canê me girt. Lê ev dê ji wî re nemîne. Rojekê dê hemû cîhan bizane ku Erdogan zarokên me kuştiye. Em ji xwe dizanin kê kuştiye. Em kujeran nas dikin. Lê dê hemû cîhan bizane. Wê demê emê hinek rehet bikin. Em ji ber ku kurdbûn hatin kuştin. Bila her kes vê bizane. Xizanî li her derê heye. kaçaxvanî li her derê heye. lê ji ber ku em kurd bûn, me mirin jî heq kiribû.
QEDERA ERDOGAN JI ROBOSKÊ DERBAS DIBE
(Xwişka Celal Encu yê 17 salî Şukran Encu)
“Berê ev gund ji bo min pir xweş bû. Dawet çêdibûn, em kêfxweş dibûn, me govend digerand. Bihar dihat em kêfxweş dibûn. Lê mala me şewitandin. Niha ev çiyan bi ser min de tên. Ez tedawiya psîkolojîk dibînin. Ez her sibe beriya biçim dibistanê, diçim goristanê. Berê me xeyalên wan pêşerojê wan diaxivî. Di şevekê de tune bûn. Edelet ji min re êdî ji min re pir zivik tê. Ne raste edelet. Serokwezîr ev komkujî pêk anî. Em vê baş dizanin. Niha dibêjin pêvajoya aştiyê. Ev di Roboskê de derbas dibe. Qedera Erdogan ji Roboskê derbas dibe. Nifira dayikekê li erdê namîne.
‘TERORÎST LI ENQERÊ YE’
(Dayika Yuksel Urek yê 13 salî Emîne Urek)
“Hevserê min cerdevane. Piştî komkujiyê sê caran îstîfa kir qebûl nekirin. Naşînin peywirê jî. Em wisa sekinîne. Kurê min berê di kana keviran de dixebitî. Kan hat girtin. Dema vala ma çû kana keviran. 6 caran çibû ev jî ya 7’an bû. Çû û nehat. Ez dixwazim bibînim ku Erdogan tê darizandin. Ez dixwazim bibînin ku ketiye wê rewşê. Nifîra me mezine. Dê ji wî re nemîne. Min li ruyê wî jî got. Min wêneyê kurê xwe û biraziyê xwe xist maseya wî, min got; “ka baş binêre, ev Ferman û Huseyînin? Dibêjin terorîsitn. Terorîstê sereke li Enqereyê ye. Hun terorîstin. Hun hatine we dest daniye ser malê me.’ Min ev li ruyê wî gotin. Wî jî got;Ez nînim, min talîmat nedaye. Lê kujer Erdogane, ez dayikekim, baş dizanim.
EM LI GORISTANÊ DIJÎN
(Dayika Salîk Urekê 14 salî Medîne Urek)
Di ser komkujiyê re du sal derbas bû lê sankî du roj derbas bûye. Sankî em li malên xwe najîn. Em li goristanê dijîn. Jiyana me bû cehnem. Ew carekê mirin, ev du sale em her roj dimirin. Vê alçaxiyê her kes dizane. Her kes dizane Erdogan talîmata vê daye. Tu hêviya min tune. Heta ku Erdogan li wê kursiyê rune dê rastî dernekevin holê. Dema ji wir bê xistin dê her kes hîn bibe ku ew kujere.
DEMA KUJER BÊN DÎTIN DÊ AŞTÎ PÊK BÊ
(Dayika Selma Encu yê 22 salî Semîre Encu)
“Zarokê min yê herî mezin bû. 4-5 sal bû nediçû kaçaxiyê. Dîsa destpê kir û çû. Ev serokwezîr du ruye. Ger dilê wî bixwaze dê hemû berpirsan du saetan de berhev dike. Lê nake. Jiber ku ew bixwe sûcdare. Ger ne sûcdar ba dê zûde aşkera bikira. Niha kurê minê din jî gazî leşkeriyê dikin. Ez tu car desturê nadim. Bi hezaran mirov hatin vir, êşa me parvekirin. Em mirovan wek kurd û tirk ji hev cuda nakin. Aştî ji Roboskê derbas dibe. Bila kujer bên dîtin.
BI AWAYÎ MIRIN NAYÊ QEBÛLKIRIN
(Dayika Fadil Encu yê 19 salî Azîme Encu)
Bav û kalê me ev kar dikir. Birayê min di mayînê de milê xwe wenda kir. Hevserê min cerdevane. Piştî komkujiyê îstîfa kir, qebûl nekirin. Naşînin peywirê. Li malê rudine. Ev du sale eşê dikişînin. Berê em xizan bûn, lê em kêfxweş bûn. Dunya li serê me xera kirin. Ev talîmata Erdogane. Ew berpirse. Ji ber vê bêdenge. Me dengê bombeya bihist û em çûn. Leşkeran got; biçin malên xwe dê zarokên we bên. Bila tu kes bi vî awayî nemirine. Lê kesên ku kuşt vê mirinê heq dike!
NEKARIN ME BIXAPÎNIN
‘Dayika Huseyîn Encu yê 19 salî Fatma Encu’
Hevserê min jî cerdevane. Îstîfaya wî qebûl nekirin. Ez her roj diçim goristanê. Ez pirsan dikim, derdê xwe ji kurê xwe re dibêjim. Lê bersiva min nake. Gazî kurê min dikirin ku biçin leşkeriyê. Lê wan kurê min kuşt. Ez niha tu car zarokên xwe naşînin leşkeriyê. Hevsera Erdogan hat vir û got;Ezê ji serokwezîr bêjim ger berpirsan dernexe, berpirs ew e’. Serokwezîr aşkera nekir. Wê demê kujer ew e. Emîne Erdogan, Tayîp Erdogan ev dewlet derew e. Dikarin her kesî bixapînin. Lê me tu car. Em rastiyê dizanin. Ez hêvîdarim ev ji wan re nemîne.
QEDERA ERDOGAN DI DESTÊ KURDAN DE YE
(Dayika Bedran Encu yê 12 salî Sabriye Encu)
“zarokên me kuştin û dîsa sersal pîroz kirin. Qerfê xwe bi me kirin. Gelo çawa pîroz kirin? Mirov çawa tiştekî wisa dikin. Demek em mirovên cihaneke dinin. Demek em wisane ku, dema em dişînê de bûn em bi me kenin. Hevsera Erdogan soz da me û got;Ezê Erdogan re bêjim. Lê nameyên ku me danê, avêt çopê. Lê bila Erdogan bizane ku qedera wî di destê kurdane.dê hesab bide.
JI BO PEREYÊ ÇOTEK PÊLAV KUŞTIN
Dayika Cemal Encu yê 17 salî Hazal Encu
Kurê min cara duyan bû diçû. Min nexwest. Lê got deynê min li kantîna dibistanê heye. ji bo 40 lîrayê hat kuştin. Zarokên me ji bo pereyê cotek pêlav kuştin. Lê niha di qutiyên pêlavên Erdogan û alîgirê wî de pere dertê. Ji bo wan gelek polîs ji peywirê hatin avêtin. Lê ji bo me. Ji bo ku em kurdin em hatin kuştin. Dê hesabê vê bidin.
KUJER NABIN DERMANÊ DERDÊ ME
Hevsera Husnu Bariş û amujsa Savaş Encu, Semîre Encu
8 sal bû zarokên me çênedibûn. Ez ducanî bûm. 10 roj şûnde hevserê min kuştin. Dema li nexweşxaneyê bû Erdogan di televîzyonê de digot her kurtajek Roboskê ye. Ez jî wî kesî nefret dikim. Êşa me ancax bi cezakirina kujeran kêm bibe.
ZAROKÊN MIN MEZIN BIBIN DÊ BIÇIN KAÇAXIYÊ
Hevsera Selma Encuyê 32 salî Fatma Encu
Hevserê mın cerdevan bû, debara me nedibû. Ji ber vê çû kaçaxiyê. Her roj lanet dikir. Dema ew hat qetilkirin ez ducanî bû. Ez niha 5 zarokên re bêkes mam. Maaşa me hat birîn. Zarokên min mezin bibin ew dê biçin kaçaxiyê.
EZ HÊVIYA XWE WENDA NAKIM
Xwişka Şerafettîn Encu yê 18 salî Zîlan Encu
Dayika me tunebû. Xizanî zor bû. Ez birayê xwe re diçûm dawetan. Ez di parastim. Her tim ligel min bû. Dinya me li serê me xera bû. Min dibistan berda. Pîra min ev êş zêde ranekir, wefat kir. Xeyalên wî bi wî re mirin. Lê min hêviya xwe wenda kiriye.
JIYANA KURDAN HER TIM ROBOSKÊ BÛ
Dayika Salîk Urekê 17 salî Emîne Urek
Jiyana kurdan wisa derbas bû. Bavê min di salên 80’ê de bi îşkenceyê mir. Hevserê min pêlê mayînê kir.Du apê min jî pêlê mayînê kirin. Li ser vê 34 zarokên me jî qetilkirin. Dê hêj me bikujin.
ME MIJUL NEKIN
Dayika Şervan Encu yê 19 salî Leyla Encu
Ev du sale em cejnemê dijîn. Kurê min ji bo du kuruş pere kuştin. Kurê min bi halekî dijwari diçû û dihat. Lê wan kurê min kuşt. Ez nizanim bêjim çi. Kujerên wan bidin me.
EM BI MIRINÊ RE TÊDIKOŞIN
Dayika Nevzat Encu yê 20 salî Nahîde Encu
Huzura me qedya. Agir ket mala me. Du sal derbas bû, hêj wek roja ewil e. Birîna me tezeye. Kesên xwedî wijdan dê li cem me cih bigirin. Dê piştgiriyê bidin me. Têkoşîna me ya bi mirinê re didome.
Xwişka Seyîthan Encu yê 21 salî Hatun Encu
Du sal derbas bû. Em cihek nehiş. Bajar bi bajar em geriyan. Em 7 caran çûn meclisê. Me dengê xwe bilind kir. Lê em nebihistin. Em tazmînatê naxzin, kujeran dixwazin.
MIN HIŞÊ XWE WENDA KIR
Dayika Mehmet Alî Tosun yê 21 salî Fadîle Tosun
Piştî komkujiyê min hişê xwe wenda kir. 5 meh şûnd hat cih. Ez di şokê de bûm. Em bi lingên tazî bazdan wan çiyan. Agir barandin ser zarokên me. Em her tim mirin, lê nekarin me biqedînin.
NIFIRA ME DÊ QEBÛL BIBE
Dayika Ozcan Uysalê 18 salî Turkan Uysal
Du salê me bi êşeke mezin derba bû. Heta kujer neyê dîtin jî dê wisa be. Di hefteyê de 100 lîra qezenc dikir, li 12 kesî dinêrt. Hevserê min seqet bû. Gelo me çi guneh kir. Sûcê me kurdbûn bû. Agir barandin ser me. Nifira me dê qebûl bibe.
‘Xwişka Cîhan Encu yê 19 salî Bahar Encu’
Du sal çêbû. Tu tiştek nehat kirin. Her kes komkujiya Roboskê diaxive. Dibêjin pêvajoya şatiyê. Divê destpêkê dewlet şaşiya xwe qebûl bike. Ev dê ji wan re nemîne. Emê biçim DMME
ÊŞA ME WEK ROJA DESTPÊ YE
Xwişka Karker Encu yê 17 salî Nazli Encu
Êşa me wek roja ewil e. Em ê pey vê dozê bernedin. Her kes bila wisa bizane.tiştek ji bo me neguehrî. Ez bi aştiyê jî ne bawerim. Ezê çawa bawerbim. Ma tiştek kirine ku ez bawer bim.
YEK RENGÊ ME HEYE EW JÎ REŞ E
Xwişka Adem Ant yê 20 salî Narîn Ant
Helwesta hikûmetê neguherî. Em 729 roj e em li edeletê digierin. Me dipa ku kujer bên darizandin lê hikûmetê malbat darizandin. Yên ku diziyê dikin li derve ne. Êşa me hêj mezine. Yek rengekî me heye ew jî reş e.
JIYANEK WEK KABUSÊ
Dayika Aslan Encu yê 17 salî Naîme Encu
Canê me şewitandin. Ev du sale ez diçim goristanê. Dikeve xewnên min. Heta kujer neyên dîtin ez kabusan bibînim.
DAXWAZEK ME HEYE
Bavê Bîlal Encu yê 19 salî Abdurahman Encu
Daxwaza me malbatan eve ku bila hemû gelê kurd dengê xwe bilind bike. Ev dê ji dewletê re nemîne. Heta rastî dernekevin holê dê têkoşîna me bidome.
Xwişka Serhat Encu yê 17 salî Hanim Encu
Jiyana me xweş bû. Lê ev du sale jiyanek tarî li vir heye. li vir ne dawet, cejn û ne jî ronahî heye. tu tiştekî keyfa me neanî. Em dixwazin aştî bê. Kî aştiyê dixwaze bila kujerên Roboskê bipirse.
Birayê Vedat Encu yê 16 salî Fîkret Encu
Ev êşek girane. Ez bi kesî bawer nakim. Gelê kurd ne tenê ye. Dema em li vir di şînê de bûn, li Rojava sersal dihat pîroz kirin. Piştre dibêjin em we fêm dikin. Biratiya wisa nabe.
Dayika Mehmet Encu yê 17 salî Heybet Encu
Kurê min bi zorê çû. Min nexwest biçe. Lê kurê min mirî hat. Gelo ev çi bû. Dilê min dişewite. Gora wî eve. Ma van ciwanan ev axa sar heq dikir.
Bavê Mahsun Encu yê 17 salî Mesut Encu
Tu pêngav nehat avêtin. Her kes li kursiya xwe runiştiye. Ji bo zarokên me tu kes ji peywirê nehat avêtin. Nehat cezakirin. Aştî ne eve .
Xwişka Nadî Alma yê 25 salî Semîre Alma
Gundê Gulyazi berê rengîn bû. Lê tarî kirin. Ev kar karê kal û bavê me bû. Çima înkar dikin. Nekarin me bixapînin. Ev du sale em êşên mezin dikişÎnin. Gelê Roboskê dê şopdarên vê dozê be.
Xwişa Zeydanê 20 salî û Orhan Encuyê 22 salî Selcan Encu
Min du birayên xwe wenda kirin. Malbata me çû. Ne yek du heb. Em vê êşê çawa rabikin. Ez hêj jî bawer nakim. Min tedawiya psîkolojîk dît.
Dayika Erkan Encuyê 13 salî Felek Encu
Vê komkujiyê kurê min bir. Baweriya min ya bi vê dewletê têk bir. Min ji serokwezîr re got; îtîraf bike te çi kir. Got min nekiriye. Lê diyar bû ku kujer ew e.
Hevsera Osman Kaplan yê 30 salî Pakîze Kaplan
Hevserê min mir. Ez bi 5 zarokên xwe re mam. Ez her roj diçim goristanê. Ruyê min nakene. Zarokên min psîkolojiya wan xera bûye. Jiyanek wek cehnemê ye. Carna ez dibêjim xwezî ez bimramam.