Ji bo gêrîla Erdal Erol (Mazlûm Serhat) ku 23’ê Mijdarê li bejahiya Dara Hênê ya Çewlikê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dabû, li Taxa Beşevler ya Êlihê konê şînê hate vedan.
Ji 7 gêrîlayên HPG’ê yên di 23’ê Mijdarê li bejahiya navçeya Dara Hênê ya Çewlikê jiyana xwe ji dest dabûn, gêrîla Erdal Erol (Mazlûm Serhat) li Taxa Beşevler ya Êlihê li Mala Şînê ya Beşevlerê şîn hate danîn. Li mala şînê ya ku li gel wêneyên gêrîla Erol û 6 gêrîlayên din ala PKK’ê jî hate daliqandin. Parlementera BDP’ê ya Êlihê Ayla Akat, Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê û rêveberên MEYA-DER jî di nav de bi sedan welatiyan serdana şînê kir.
Piştî duayên hatin kirin, girse ji mala şînê derket, şîn dê 2 rojên din jî berdewam bike.