Mala Êzidiyan a Emmerichê 6 ton alîkarî gihand Amed

Mala Êzidiyan a Emmerichê 6 ton alîkarî gihand Amed

Mala Êzidiyan a bajarê Elmanya Emmerichê, ji bo Şengaliyên ji ber êrîşên DAIŞ'ê neçar man Şengalê biterikînin û hatin Bakurê Kurdistanê, alîkariya xurekê ya bi qasî 6 tonan anî Amedê.

Mala Êzidiyan a Emmerichê ya ser bi Federasyona Komeleyên Êzidiyan li Elmanyayê (FKÊ), ji bo Êzidiyên ji ber êrîşên DAIŞ'ê neçar man Şengalê biterikînin û li Qada Fîdanlik a Şaredariya Yenîşehîr a Amedê bicih bûne, alîkariya xwarinê kir.

Ji Federasyona Êzidiyan ku beriya niha 3 caran wargehên li Amedê ziyaret kiribûn, ji bo cara 4. wargehên li herêmê ziyaret kir û alîkarî da. Alîkariya 6 tonan a xwarinê radestî Navenda Qebûlkirina Alîkariyê ya Rojava ya li Sumerparkê hat kirin. Di dema radestkirina alîkariyê de Serokê  Mala Êzidiyan a Emmerichê Adil Demîray, Endama Komîsyona Mala Êzidiyan Hanîfe Kûzîk û Rêveberê Federasyona Êzidiyan li Elmanyayê (FKÊ) Nedîm Erkîş amade bûn.

Li ser navê heyetê Demîray daxuyaniyeke kurt da û destnîşan kir ku weke rêveberiya komeleyê ew her tim piştgiriyê didin Êzidiyên ji ber trajediya mirovahiyê neçar mane koç bikin.

Demîray bibîr xist, ku piştî koça 3'ê Tebaxê, ji bo çareserkirina pêdivî û pirsgirêkên Êzidiyan wan her tim heyet şandine herêmê û diyar kir ku ew jî heyeta çaremîn in. Demîray da zanîn ku wan hemû wargehên li herêmê ziyaret kirine û li gorî derfetên xwe hewl didin bersivê bidin pêwîstiyên Êzidiyan.

Demîray ragihand ku wan wargeha li Bismilê jî ziyaret kirine û got, "Me tespît kir ku li Bismilê pêwîstî bi betaniyê heye. Di encama vê tespîtê de me 140 betanî radestî rayedarên kampê kirin. Li kampa herî mezin a Êzidiyan ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ava kiriye jî, me tespît kir ku pêwîstiya girîng xwarin e. Di vê çarçoveyê de me 6 ton madeyên xwarinê anîn û radestî depoya Rojava û Şengalê ya li Sumerparkê kirin."

Demîray destnîşan kir ku ji niha û pê ve jî wê xebatên wan ên di vî warî de dewam bikin û ji bo alîkariyê bang li her kesî kir ku bi hestyarî tevbigere.