Mal û milkê GOÇÎZDER’ê hate bisînorkirin

Li gorî biryara Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya û Wezîrê Xizîne û Darayî Mehmet Şîmşek, bikaranîna mal û milkê GOÇÎZDER’ê hate bisînorkirin.

BISÎNORKIRIN MAL Û MILK

Li gorî biryara bi îmzeya Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya û Wezîrê Xizîne û Darayî Mehmet Şîmşek, bikaranîna mal û milkê 39 kes û 19 saziyan hate bisînorkirin. Biryar, di Rojnameya Fermî de hate weşandin.  

Yek ji saziyên bikaranîna mal û milkê wê hatiye bisînorkirin jî Komeleya Şopandina Koçberiyê (GOÇÎZDER) ye ku di sala 2016’an de li Stenbolê ji bo daxwazên mexdûrê koçê bînin ziman hatiye avakirin.

Di hinceta biryara ji hêla 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hatiye dayîn de îdiaya “Têkiliya wê bi rêxistinê re heye” hate kirin. Biryar, di Rojnameya Fermî de hate weşandin û kete meriyetê.  

Di heman demê de, bi îdiaya “Fînansekirina rêxistinan” bikaranîna mal û milk a 39 kes û 18 saziyan jî hate bisînorkirin.

Doza bi daxwaza girtina GOÇÎZDER’ê hatiye vekirin li 15’emîn Dadgeha Hiqûqê ya Giştî ya Bakirkoyê tê lidarxistin. Di danişîna dawî ya di hezîranê de endam û rêveberên komeleyê ji îdiaya “Endamtiya rêxistinê” beraet kirin. Her wiha biryar hatibû dayin ku ji 26’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê re nivîs were nivîsandin û weşan û materyalên aydê komeleyê yên di rapora MASAK’ê de cih girtin bên şandin.

Danişîna dozê taloqî 11’ê cotmehê hatibû kirin.