Mahmût Çakir ê bi guleya polîsan birîndar bû jiyana xwe ji dest da
Zarokê bi navê Mahmût Çakir ê di 31'ê Çileyê de di çalakiyên protestokirina dorpêç û êrîşên li Kurdistanê de bi guleya polîsan giran birîndar bû, jiyana xwe ji dest da.
Zarokê bi navê Mahmût Çakir ê di 31'ê Çileyê de di çalakiyên protestokirina dorpêç û êrîşên li Kurdistanê de bi guleya polîsan giran birîndar bû, jiyana xwe ji dest da.
Li Edeneyê, gel ji bo dorpêç û êrîşên li bajarên Kurdistanê protesto bike di 31'ê Çileyê de li gelek taxan çalakî lidarxistibûn û polîsên Tirk bi çek, bombeyên gazê û ava şid êrîşî gel kiribûn. Li Taxa Barbarosê jî zarokê bi navê Mahmût Çakir (16) di êrîşa polîsan de ji serê xwe giran birîndar bûbû. Çakir ê ku rakirin nexweşxanê di 1'ê Sibatê de mirina wî ya mêjiyê pêk hatibû. Hate ragihandin ku Çakir danê sibehê jiyana xwe ji dest daye.
Cenazeyê Çakir rakirin morga nexweşxaneyê û gelek polîs jî sewqî nexweşxanê hatin kirin.