MADE: Di 1’ê Gulanê de em xwedî li têkoşînên ji Geziyê heta Kobanê derkevin
Meclîsa Aştî û Demokrasiyê ya Ewropayê (MADE) bi munasebeta 1’ê Gulanê Roja Piştevanî, Têkoşîn û Yekîtiyê ya karker û kedkarên cîhanê daxuyaniyek da.

MADE di daxuyaniyê de bal kişand ser dîroka 1’ê Gulanê û wiha hat got: “Agirê têkoşîna ku di 1886’an de li bajarê Chîcago ya Amerîkayê ji bo 8 saet karê rojane, grev hat destpêkirin, hat pêxistin îro rê dide ber me.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 1’ê Gulanê tê wateya banga têkoşîna gelên kedkar û çîna karkeran a li dijî êrîşên koledarkirinê ya li ser gelên cîhanê ku pergala mêtinger a kapîtalîst pêk tine û wiha hate gotin: “Roja têkoşîna li dijî tevgera faşîst, nîjadperest ya xizanî, betalî, birçîbûn, newekheviya di navbera mêr û jinê de zêde dike, zarokên karker dixebitîne, xwezayê texrîb dike, ye.”
ROJ ROJA PÊŞXISTINA TÊKOŞÎNÊ YE
Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “1’ê Gulanê banga têkoşînê ya ji bo gelan e. Banga li gel a xwedîderketina têkoşîna gelan e. Banga parastina li Kobanê, Şengal û Cizîrê ye. Banga cihgirtina li cem gelê ku li ber xwe dide ye. Banga protestokirina qirkirina li gelê me tê ferzkirin e. Banga rûbirûhatina bi qirkirinan re ye. Banga têkoşîna li dijî feraseta serdest a mêr a jinan wek kole dibîne. Roja qîrkirina daxwaza heqdestê wekhev e. Roja bilindkirina têkoşîna azadiyê ye.”