Macron: Tirkiye li vê herêmê êdî ne hevkar e!
Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron diyar kir ku Tirkiye êdî li rojhilatê Derya Spî ne hevkar e û destnîşan kir, ku wê hewl bidin li dijî Tirkiyeyê helwesteke hevpar nîşan bidin.
Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron diyar kir ku Tirkiye êdî li rojhilatê Derya Spî ne hevkar e û destnîşan kir, ku wê hewl bidin li dijî Tirkiyeyê helwesteke hevpar nîşan bidin.
Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron, beriya civîna bilind a Med7 a li Korsîkayê ku heft welatên başûrê Yekîtiya Ewropayê wê tevlî bibin, li Ajaccîoyê civîneke çapemeniyê li dar xist.
Têkildarî aloziya li rojhilatê Derya Spî Macron got, "Divê mirov êdî qebûl bike ku Tirkiye li vê herêmê ne hevkareke."
Macron got, "Tirkiyeyê bi înkarkirina mafê rewa yê Yewnanistanê re bi hikumeta Mutabaqata Neteweyî ya Lîbyayê re peymanên nayên qebûlkirin îmze kir. Tirkiye li qada aborî ya Qibrisê karên sondajê yên nayên qebûlkirin dike. Her wiha provokasyonên ku li dewleteke mezin nayê zêde dike."
XETÊN SOR
Macron destnîşan kir ku divê Ewropa bi biryar be û got, "Em Ewropî, ne li dijî gel û neteweya Tirk, lê belê li dijî hikumeta Serokkomar Erdogan ê ku nêzîkatiyên wî nayên qebûlkirin, divê helwesteke eşkere û biryar nîşan bidin (...) Xetên me yên sor hêsan in: hurmeta li serweriya welatên endamên Yekîtiya Ewropayê, hurmeta li hiqûqa navneteweyî û mehkûmkirina çalakiyên yekalî yên aliyan. Nêta me ew ku xwe ji aloziyê vegirin. Lê belê xwevegirtina ji aloziyê nayê wateya lawazî û qebûlkirinê. Xetên me yên sor ew in ku min qalê kir (...) Di destê Tirkiyeyê de ye ku ew jî nêta xwe eşkere bike."
Macron anî ziman ku wê di civîna Med7 de rewşê binirxînin û ew alîgirê wê yekê ne ku "divê diyalogeke realîst" bê meşandin. Macron got, "Lê belê bi şertên destpêkê yên tawîz jê re nayê dayin" ew alîgirê vê diyalogê ye.
Macron got, "Di asta Ewropayê de dixwazim xwedî heman zelaliyê bim. Divê Ewropa jî bibe xwedî dengekî eşkere û yekbûyî."