MŞD: PKK bû çira ji civaka Êzidî re
MŞD'ê salvegera 41'ê ya damezrandina PKK'ê pîroz kir û destnîşan kir ku PKK ji bo civaka Êzidî bûye çira, divê ew vê çira her tim geş bikin.
MŞD'ê salvegera 41'ê ya damezrandina PKK'ê pîroz kir û destnîşan kir ku PKK ji bo civaka Êzidî bûye çira, divê ew vê çira her tim geş bikin.
Meclîsa Şengalê ya li derveyî welat (MŞD) bi wesîleya salvegera 41'ê ya damezrandina PKK'ê daxuyaniyek weşand.
MŞD'ê salvegera 41'ê ya damezrandina PKK'ê li Rêberê Gelê Kurd Ocalan, li tevgera azadiyê, li Êzidxanê û gelê Kurd û dostên Kurdistanê pîroz kir.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku civaka Êzidî ya ku 73 ferman lê rabû bi ruhê Apoyî û mamê Êzidxanê Mam Zekî Şengalî ji bo jiyaneke azad li ber xwe dide.
MŞD'ê destnîşan kir ku li gel êrişên giran ên hêzên dagirker, ji her demê bêhtir firsenda afirandina Êzidxaneyek serbixwe heye.
Di daxuyaniyê de girîngiya PKK'ê ji bo civaka Êzidî wiha hate vegotin: "PKK bû çira ji civaka Êzidî re. Ew çira divê ji aliyê civaka Êzidî ve her dem bê geşkirin. Dijmin êrişî Bakur û Rojava û Şengalê dike. Dixwaze konsepta 'Mîsakî Mîlî' bixe meriyetê. Lê belê bila civaka Êzidî baş zanibe ku dijmin tengav bûye, pergala faşîzmê ya AKP û MHP'ê her bi dawî dibe. Dîktator Erdogan û pergala faşîzmê wê bi berxwedana Apoyî têk biçe."