Lîvh: Gelê Kurd ê li Bakur li ber xwe dide bi tenê nîne
Seroka Forûma Çep a Navneteweyî Ann-Margarethe Lîvh, bêdengiya Yekîtiya Ewropa û hikûmeta Swêdê li pêşberî komkujiyên dewleta Tirk li gelê Kurd dike, weke cihê şermê pênase kir.
Seroka Forûma Çep a Navneteweyî Ann-Margarethe Lîvh, bêdengiya Yekîtiya Ewropa û hikûmeta Swêdê li pêşberî komkujiyên dewleta Tirk li gelê Kurd dike, weke cihê şermê pênase kir.
Seroka Koma Şaredariy Stockholmê ya Partiya Çep a Swêdê û Seroka Forûma Çep a Navneteweyî Ann-Margarethe Lîvh, bêdengiya Yekîtiya Ewropa û hikûmeta Swêdê li pêşberî komkujiyên dewleta Tirk li gelê Kurd dike, weke cihê şermê pênase kir. Lîvh diyar kir, ew destekê didin gelê Kurd ê li Bakur li ber xwe dide û wê vê desteka xwe bidomînin.
Lîvh da zanîn, ku gelê Kurd bi komkujiyeke dişibe ya salên 90'î re rû bi rû ye û diyar kir, ji bo protestokirina komkujiyên ji aliyê AKP'ê ve tên kirin û destekkirina berxwedanê, ew ê kampanyayeke li hemû şaredariyên li Swêdê bidin destpêkirin.
Lîvh anî ziman, hikûmeta Swêdê û Yekîtiya Ewropa bi salan e binpêkirina mafên mirovan li Kurdistan û Tirkiyeyê ji nedîtî ve hatine û destnîşan kir, ku ev rewş piştî krîza paneberiyê ya ji aliyê Erdogan ve bi zanebûn hat afirandin, bêhtir şênber bû.
BÊDENGIYA EWROPAYÊ SKANDALEKE MEZIN E
Lîvh got, "Hikûmetên sosyal demokrat û lîberal ên li welatên Ewropayê, diviyabû li dijî êrîşên AKP'ê yên li hemberî Kurdan û li hemberî binpêkirina mafên mirovan deketibûna. Lê ti ji wan vê nake. Ev skandaleke gelekî mezin e. Hemû jî baş dizanin ku her roj li Kurdistanê mirov tên qetilkirin."
Lîvh da xuyakirin, ku bi Şaredariyên Amed, Wan û Sûrê re ji sala 1990'î û vir ve ew projeyên hevpar pêk tînin, ew bi xwe gelek caran çûye Kurdistanê, rêveberên şaredariyên Kurdistanê hatine Swêdê û axaftina xwe wiha dewam kir: "Di dema dawî de me destek dan Akademiyên Jinan ên jinan perwerde dikin. Beşek ji jinên perwerdeyê dibînin tên girtin, lê li şûna wan ên nû cih digirin. Em bi hev re destekê didin Kantonên Rojava jî. Me plan dikir, ku vê hevkariyê bêhtir bi pêş de bibin. Lê belê ji ber rewşa dawî ya li Kurdistanê weke Partiya Çep nahêlin em biçin herêmê, herêm li me hatiye qedexekirin."
Seroka Forûma Çep a Navneteweyî Ann-Margarethe Lîvh da zanîn, ku li hemberî bêdengiya hikûmeta Swêdê, weke gel û rêxistinên civakî yên sivîl ên Swêdê ew ê çalakiyên piştgiriyê ji bo Rojava û Bakur lidar bixin û got, "Divê em bi hev re zextê li hikûmetê bikin ji bo helwestê nîşan bide."
DIVÊ PIŞTGIRÎ JI JÊRÊ BER BI JORÊ VE WERE BIRÊXISTINKIRIN
Lîvh diyar kir, li Parlamenta Ewropayê hejmara parlamenterên li dijî komkujiyên dewleta Tirk derdikevin kêm in û anî ziman, ku ji bo piştgirî ji gelê Kurd re were dayîn divê ji jêrê ber bi jorê ve rêxistinbûyînek were kirin. Lîvh got, "Divê rojnamevan piştgiriyê bidin hempîşeyên xwe, akademîsyen destekê bidin akademîsyenan û em rêveberên şaredariyan destekê bidin hempîşeyên xwe yên li Kurdistan û Tirkiyeyê."
Ji bo pirsa 'Weke şaredarî hûn ê çi bikin?' Lîvh got, "Bi Sosyal Demokratan re axivîm. Ji bo sekinandina êrîşên li Kurdistanê, em ê danezana bangekê amade bikin û pêşkêşî rêveberên şaredariyê bikin. Bi sedan an jî bi hezaran kedkarên şaredariyê dikarin mora xwe deynin binê vê bangê. Piştî îmzekirin qediya em ê radestî rayedarên li Enqereyê bikin."
Seroka Forûma Çep a Navneteweyî Ann-Margarethe Lîvh da xuyakirin, ku Yekîtiya Ewropa xiyanet li gelê Kurd kiriye, li pêşberî komkujiyan bêdeng maye û destnîşan kir, ku ji bilî piştgiriya ji jêrê ve ti rêyeke din nîne. Lîvh got, "Lê belê bûyer û qewimînên li Sûriyeyê nîşan didin ku wê bandorê li Tirkiyeyê û tevahiya Ewropayê bikin. Beriya her tiştî divê şerê li Sûriyeyê biqede û aştî pêk were. Eger ev pêk bê, wê Erdogan nikaribe koçberan li hemberî Ewropayê weke şantajê bi kar bîne."
PÊWÎSTE NETEWEYÊN YEKBÛYÎ DEST LI SÛRIYEYÊ WERDE
Lîvh ragihand, dema ev pêk were wê Erdogan nikaribe ewçend bi hêsanê li dijî Kurdan şer bike û anî ziman, ji bo pêkhatina aştiyê pêwîstî bi destwerdana Neteweyên Yekbûyî li Sûriyeyê, heye.
Lîvh di dawiya axaftina xwe de got, "Ji bo piştgiriya bi gelê Kurd re çi ji destê me bê em ê bikin. Divê hempîşeyên me yên li Kurdistanê û gelê Kurd ê li ber xwe dide zanibin ku ew bi tenê nînin û li Ewropayê dostên wan ên destekê didin wan hene."