Lîsteya HDP'ê mirov kelecanî dike

Piştî ku lîste hatin çêkirin, êdî ne girîng e ka kîjan namzet di kîjan rêzê de hatiye nîşandan. Çimkî jixwe ji bo ku HDP, nûnertiya tevahiya civakên etnîkî û olî hîm digire, ev civak û hemû derdorên demokratîk wê dengên xwe bidin HDP’ê.

Partî û tifaqan ji bo hilbijartinên 24’ê Hezîranê lîsteyên xwe yên namzetan eşkere kirin. Dîsa partiya ku xwedî lîsteya namzetên herî balkêş e, HDP ye. Di serî de jî namzetên jin herî zêde bal kişandin  ser xwe . Dîsa herî zêde HDP’ê, li cihê ku bên hilbijartin di lîsteya xwe de cih daye namzetên jin. Gelekên ji wan di rêza yekemîn de cih girtine. Ev namzetên jin, rûyên şoreşa demokratîk a Kurdistan û Tirkiyê ne. Bi vî awayî careke din xuya bû ku yê nûnertiya kevneşopiya demokratîk a Tirkiyê dike, HDP ye.

Lîsteya namzetan a HDP'ê, di heman demê de vegotina netewebûna demokratîk e. Tevahiya rengên etnîk û olî di nava HDP’ê de cihê xwe girtine. Di van lîsteyan de Kurd, Tirk, Ermen, Ereb, Çerkez, Ezerî, Asûrî-Suryanî, Êzîdiyan cih girtine. Ev, di heman demê de dewlemendiya Tirkiyê nîşan dide. Tişteke ku ji Tirkiyeke wiha zêdetir kelecan û coşê bide mirov heye ma? Dema mirov li profîla namzetan dinihêre, divê destpêkê mirov li vê rastiyê binêre.

Her lîsteya ne xwedî vê profîlê be xirab e; lîsteya ku nûnertiya Tirkiyeya kevin a otorîter, ne demokratîk e. Dema mirov dinêre ka kî di lîsteyê de cih girtiye, yan jî negirtiye, divê destpêkê li vê profîlê binêre. Yan na nêrîna ku bêje ka ez bênêrim kîjan kesayetê navdar, siyasetmedar heye yan na, wê bibe nêrîneke klasîk. Gelo em ê bi feraseta siyaseta klasîk a amadekirina lîsteyan binerin an bi feraseta neteweya demokratîk û azadîxwaziya jinê binêrin? Heke bi şêweya siyaseta klasîk a lîste amadekirinê bê nihêrin, wê nirx û hêza lîsteya namzetên HDP’ê neyê fêmkirin. Lewre dema lîsteyên namzetan bên nirxandin, divê mirov lê binêre ka bi kîjan ferasetê hatine amadekrin.

HDP’ê, di siyasetê de ji statukoparêzî jî derbas kiriye. Rêgeza HDP’ê ya ku namzetek du heyaman li ser hev nikare namzetiya xwe deyne, wê qada siyaseta legal çalaktir bike. Herhal ên ku di meclîsê de serwextiya siyasetkirinê bidest xistine, di serî de xebatên rêxistinî, wê di xebatên din de cih bigirin. Heke siyaseta demokratîk tenê ne ketina meclîsê be, ji ber rêgeza heyama duyemîn, an jî ji ber hevsengiyên ku divê bên çêkirin di vê heyamê de yên di lîsteyan de cih negirtine, di serî de HDP wê di saziyên demokratîk de xizmetê bikin. Wê bi vî awayî qada siyaseta demokratîk dewlementir jî bibe. Bêguman ev ji bo yên ku siyaseta demokratîk tenê bi siyaseta nav meclîsê sînordar nabînin wiha ye.

Di lîsteya HDP’ê de bi rastî jî namzetên balkêş hene. Namzeteke jin a Ezerî li Îdîrê namzet hatiye nîşandan, ev gelek girîng e. Bi vî awayî wê hem Kurd hem jî Ezerî dengê xwe bidin HDP’ê. Bi rastî dikariya li gelek deverên Tirkiyê ev nêzikatî bihata raberkirin. Mînak li bajarên mîna Manîsa û hwd li derveyî Kurdan jî namzetek bihata nîşandan û bi vî awayî hem ji Kurdan hem jî ji derdorên din deng bihatana wergirtin. Jixwe li gelek cihan ev nêzikatî hatiye raberkirin.

Piştî ku lîste hatin çêkirin, êdî ne girîng e ka kîjan namzet di kîjan rêzê de hatiye nîşandan. Çimkî jixwe ji bo ku HDP, nûnertiya tevahiya civakên etnîkî û olî hîm digire, ev civak û hemû derdorên demokratîk wê dengên xwe bidin HDP’ê. Piştî lîste hatin eşkerekirin, tenê tişta bê fikirîn serkeftina HDP’ê ye. Çimkî serkeftina HDP’ê, têkçûna AKP’ê, serkeftina tevahiya Tirkiyê ye jî. Ya girîng ne ew e ka kî/ê bûye parlementer an nebûye, ya girîng ew e ka kîjan siyaset bi ser ketî ye, kîjanê winda kiriye. Zanebûn û sekna demokratîk vê pêwîst dike.

Kesayetî nikarin siyaseta partiya xwe biguherin. Namzet, ji bo nûnertiya polîtîkayên partiya xwe bikin û pêk bînin dibin namzet. Lewre dengên tên dayîn, ji partiyê re tên dayîn. Bêguman girîng e ku mirov namzetên herî baş ên nûnertiya partiyê bikin nîşan bide. Jixwe her partî jî wê namzetên ku herî baş nûnertiya partiya wan bike, nişan bide. Bêguman divê li gorî guncaviya cewherê partiyê, bi têra xwe ji jin û civakên cihê re cih bê veqetandin. Nexasim partiyeke weke HDP’ê ku xwedê bîrdoziyeke azadîxwaziya jinê û cêwaziyên civakê di nav xwe de dihewîne û parêzvaniya neteweya demokratîk dike, wê wiha nêzik bibe.

Bêguman tu lîste bê kêmasî nîn in. Dibe ku kêmasiyên her lîsteyê hebin. Gengaz e rewşên ku bê gotin li şûna vî/ê  ev bûya wê baştir bûya jî hebin. Lê belê ev kêmasî û nebesiyên wiha ne ku zêde ne girîng in. Divê mirov wiha li lîsteyan binêre. Ji bo partiyeke weke HDP’ê ku gelek alî û cêwaziyan di nav xwe de vedihewîne, bi vê berpirsyarî û ferasetê nêz dibe, amadekirina lîsteyan ne hêsan e. Çimkî ne xwedî hişmendiya civakeke yekperest e. Civak, hevgirteyeke ku her tim xwedî cêwaziyan e. Ji bo partiyeke weke HDP’ê ku dixwaze civakên di bin gef û pençên qirkirinê de ne derxe ser rûyê dîrokê, amadekirina lîsteyan hem zehmet e, hem jî bi coş e. Tu tiştekî bi qasî ku hemû derdor di nav lîsteyê de cih bigirin, coşdar û hêzdayînê nîne. Nexasim di mijara nûnertiya jinê de mirov bibe mînak û di rêza yekemîn de cih bgire ev rûmeteke mezin e. Ev bi serê xwe nişana wê ye ku lîste çendî spehi ye, rastî ye û karîger e.

Ji bo Kurdan a girîng, têkoşîna demokratîk-kirina Tirkiyê ye. Ji bo Kurdan siyaseta demokratîk xwedî vê girîngiyê ye. Lewma têkoşîna azadî û demokrasiyê û ji bo Kurdan serkeftina herî mezin ew e ku gelên Tirkiyê li gel xwe bikêşe nav têkoşîna demokrasiyê. Serkeftina Kurdan a di siyaseta demokratîk de ne ew e  ka wê çiqas Kurdan bibin meclîsê; ligel Kurdan, ka çiqas zêde civakên din ên etnîk û olî û derdorên cihê yên demokratîk wê bibin meclîsê. Serkeftin ev e. Mirov nikare qala serkeftina têkoşîneke siyasî ya wiha bike ku nekariye gelên din ên Tirkiyê û hêzên demokrasiyê bikişîne nav têkoşîna xwe ya demokrasiye.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA