Lingê Gladyoya Kesk a li Kurdistanê: Fethûllah Gulen -2

Lingê Gladyoya Kesk a li Kurdistanê: Fethûllah Gulen -2

Di beşa duyemîn a nivîsa tevn.org a li ser rêxistinbûyîna Cemaeta Fethûllah Gulen a li Kurdistanê de, rê û rêbazên rêxistinbûyînê hatin ravekirin. Nivîs bi vî rengî ye:

"Cemaeta Gulen li malan û wargehên xwendekaran rêxistinbûyîna xwe dike. Kesên ku pê bawer e ji sedî sed qezenç bike, yanî mirovên serketî li malên xwe bicih dike. Saet di 4-5'an piştî nimêja serê sibê dîsa ji bo îmana bi Gulen re tesbîhatê dikin. Piştî tesbîhatê jî her sibehê sohbetan dikin. Piştî taştê diçin dibistanê. Êvarê jî nimêja êvarê tê kirin û tesbîhat tê kirin. Piştî xwarina êvarê sohbet, dema çay, îstîşare û xwendina pirtûkên Gulen neçarî ye. Mijarên sohbetê jî bi giranî dijberiya PKK'ê, dijberiya Kurd e. Bi kurtasî di van sohbetan de her rê û rêbazên dûrxistina ji Kurdayetiyê tên nîqaşkirin û antî propagandaya tevgera Kurd tê kirin. Di tekmîlan de yên li gorî pîvanan tevnegerin, bi awayên cuda tên cezakirin. Her wiha eger li gorî daxwaza wan tevgeriya be jî, tên xelatkirin.

Ji berpirsyarên jinan re 'xwişka mezin' ji berpirsyarê mêran re jî 'kek'ê tê gotin. Ti ji wan navê xwe yê rastî bikar nîne, hemû navên kod bikar tînin. Kek û xwişka mezin dûre bi hev re tên zewicandin. Bi taybetî dema hevjîn tên diyarkirin, bi baldarî jin ji Kurdan, mêr jî ji Tirkan tê hilbijartin. Yanî çi dibe bila bibe du Kurd nikarin bi hev re bizewicin. Eger kêm be jî du Kurd bi hev re zewicîbin jî, ew Kurd ji Tirkan bêtir Tirk bûne, lewma destûra zewaca wan hatiye dayîn. Xebatkarên jin ên cemaetê mîna koleyan şev û roj dixebitin, lê belê navên derdikevin pêş dîsa mêr in. Jin di nava cemaetê de bêyî haya mêr jê çê nebe, gavekê jî navêjin. Halbûkî mêrên cemaetê, tevî ku zewicîne jî her şêweyên bê exlaqiyê dikin. Eger ji bo vê rewşê mînak were dayîn, li Dersxaneya Hakkarî Caglayan a berê, bi navê xwe yê niha li Dersxaneya FEM'ê, her şêweyên bê exlaqiyê ji zarokên keç tên kirin, wezîfedarên cemaetê yên li vê derê, tevî ku zewicîne jî daxwaza hewîtiyê li keçên di temenê zarokên xwe de ne, dikin.

Di rêxistinbûyîna giştî ya cemaetê de rojên Çarşemê tekmîl hene. Piştî tekmîlan fetwa û perspektîfên Fethûllah Gulen tên xwendin. Dema ev perspektîf û fetwa tên xwendin, li cihê tên xwendin ji bo pêşî li guhdarîkirinê were girtin, cîhazên mobîl ên jammer tên bicihkirin. Li malên civîn lê werin lidarxistin, ti carî telefonên destan nayê birin, ji bo bal neyê kişandin jî yek bi yek bi navberê, mirov dikevin van malan. Malên mijara gotinê, ji ber sedema ewlekariyê bi giranî li nêzî muduriyetên emniyetê tên girtin.

GULENÎ LI VÎLLAYÊN LUKS DIJÎN

Xebatkarên cemaetê di bin navê xwendina xwendkaarn de ji karsazên dewlemend pereyan kom dikin. Her wiha bi rêya kesên bi awayê cuda di Weqfa Piştevanî û Alîkariya Civakî ya ser bi Walîtiyan birêxistin krine, pereyan distînin. Lê belê beşeke mezina vî pereyî ji bo xwe xerc dikin. Li Tirkiyê bi mîlyonan xizanên di bin sînorê birçîbûnê de dijîn tê zanîn, lê Cemaeta Gulen bi pereyên ku bi rêya dîn ji malbatên xizan stendine, jiyaneke luks dijîn. Gulenperestên li vîllayên Konya Meramê dijîn, bi taybetî malên xwendekaran bi alavên ji luksiyê wêdetir, dagirtine. Her wiha balkêş e ku kinc û pêwistiyên wan ên din jî di ser standartên civakê de ji xwe re tedarik dikin.

Eger em careke din li şêweyê rêxistinbûyînê vegerin, xwişkên mezin ên malê ji hemû malan berpirsyar in. Xwişka mezin a ji çend malên li taxê berpirsyar, weke xwişka mezin a qadê tê binavkirin. Xwişka mezin a ji çend qadan berpirsyar jî weke xwişka mezin a herêmê tê binavkirin û xwişkên mezin ên herêmê jî bi parastvanan digerin. Xwişkên mezin ên herêman yekser ji aliyê Fethûllah Gulen ve hatine hilbijartin û ev kesên mijara gotinê li herêmên xwe hema hema her meh civînan lidar dixin. Di van civînan de hesta olî ya xwendekaran tên îstîsmarkirin û bi dayîn wezîfeyên cuda re bi cemaetê tên girêdan. Yek ji biryarên civînê ew e ku li ser xwendekarên Kurd ajantî were ferzkirin û ji bo xwendekarên din ên Kurd bên rêxistinkirin, zext bê kirin.

JI GEL RE GUNEH, JI CEMAETÊ RE HELAL

Di sohbetan de her çend ji ciwan û xwendekaran re tê gotin ku futbol guneh e, her hefte di navbera xwe de futbolê dileyzin, di navbera saziyên cemaetê de tûrnûvayên futbolê organîze dikin.

Dema destpêkê xwe bi mirovan re didin naskirin, gelekî xweşbîn û rêzdar xwe nîşan didin, lê belê dema mirov dikevin nava wan, ew xweşbînî ji holê radibe, bi pîvan û qedexeyan re dor li mirovan tê girtin û nêzîkatiyên yekkirinê li ser mirovan tên ferzkirin. Ev yek bandora xwe li şêweyê kincan û li xwekirina mirovan jî dike. Mînak pêlava her kesî divê panî rast be û mîna hev be. Sergirêdan, pardesu, pêlav, yên her kesî divê hema hema bi weke hev bin. Ji ber ku ev hemû bûne sembolek. Her wiha di jiyana wan de divê her gavên avêtine, xwarina xwarine, ava vexwarine, axaftinên wan, meş, kincên wan, muzîka lê guhdarî kirine, kanala (Samanyolu TV) lê temaşe kirine, rojnameya (Rojnameya Zaman) xwendine, marketên (BÎM Buyuk Îslam Marketlerî) yên tiştan jê kirîne, divê yên cemaetê bin. Ji bilî vê ti alternatîf nayê naskirin. Ji alîgirên xwe re propagadan dikin ku malbatên wan jî ji saziyên (BÎM) cemaetê tiştan bikirin û îdîa dikin ku bi tenê li van deran tiştên helal tên firotin.

BI RÊYA ÇAPEMENIYÊ POLÎTÎKAYÊN ASÎMÎLASYONÊ

Cemaet, bi rêya çapemeniyê ji bo asîmîlasyon û endaman qezenç bike, xebatên propagandayê dimeşîne. Bi taybetî bi bername û rêze fîlmên li Samanyolû TV (Tek Turkiye, Gonul Kapisi, û rêze fîlmên bi sernavên din) hewl dide bandorê li mirovan bike. Her wiha bi rêya Rojnameya Zaman û kovara Sizinti, xebatê dimeşîne ku endamên nû qezenç bike. Diçe serdana malbatên di warê olî de hesas in û ji bo bibin endamên Cîhan Haber Ajansi, Rojnameya Zaman û Kovara Sizinti xebatan dimeşînin. Destpêkê ji bo sê mehan bi belaşî abone dikin. Dûre jî bi zorê bi pereyan difiroş in. Yên bixwazin ji abonetiyê derkevin jî neçarin pereyê sê mehên destpêkê yên belaşî bidin û pereyê salekê yê kovarê zêde bidin.

BI RÊYA DESTAVÊTIN Û ŞANTAJÊ CIWANAN DIKIN AJAN

Wezîfeyeke din a Cemaeta Gulen jî, ji bo hikûmeta AKP'ê peydakirina polîs û tîmên tevgera taybet e. Ji bo polîtîkayên xwe yên qirêj ên li Kurdistanê li her qadê zexim bike, bi fermana Gulen û bi rêya hikûmeta AKP'ê li hemû daîreyên fermî yên dewletê û saziyên taybet, endamên xwe perwerde kiriye û bicih kiriye. Cemaet van endamên xwe yên taybet herî dawî dişîne DYA, li wir perwerde dike û dûre wan dişîne bajarên li Kurdistanê. Herî zêde jî herêma Botanê di vê hedefê de ye. Eger li sicîlê mudurên emniyetê, qeymeqam û waliyên Colemêrg û navçeyên wê, Şirnex û navçeyên wê, Sêrt û navçeyên wê, Mêrdîn û navçeyên wê were temaşekirin, dê bê dîtin ku ev kesên han piştî perwerdeyeke taybet a ji aliyê cemaetê ve hatine wezîfedarkirin. Her wiha dewam li kar û barên walî û qeymeqamên herêmê were temaşekirin, dê bê dîtin ku ev kesên mijara gotinê ne ji bo gel ji bo berjewendiyên Cemaeta Gulen dixebitin. Ev rêxistinbûyîna ku mîna ahtapotê milên xwe dirêjî her qada civak û dewletê kiriye, îhaleyê û projeyên li herêmê jî dide kargehên nêzî cemaetê û bi vî rengî ranteke mezin bi dest dixe.

Ji destpêka desthilatdariya AKP'ê û vir ve li herêmê gelek bûyerên bi destê hêzên dewletê rûdane bûne sedema mirin, birîndarbûyîn û seqetbûyîna gelek mirovan. Lê belê ti ji van nehatiye darizandin û cezakirin, berevajî ser wan hatin nixumandin.

Endamên emniyetê yên Cemaet û AKP'ê bi rêya destavêtin û şantajê, ajantiyê li ser keç û xortên Kurdan ferz dikin. Ciwanên ku digire nava tevna xwe, ji bo bike ajan bi rêya alkol û narkotîkê ji hiş dixe, dest diavêjin wan û van hemûyan qeyd dike. Dûre jî ji keçên ciwanên ku vê ajantiyê qebûl nakin van dîmenan nîşan didin û bi şantaja "eger tu qebûl nekî, emê van dîmenan bidin medyayê yan jî bişînin ji malbata te re" gefê li wan dixwin.

Di bin navê "em didin xwendin" ciwanan ji malbatan qut dikin û piştî demekê jî bi perwerdeyeke taybet dikin polîs an jî wezîfedarên tevgera taybet.

Xwendekarên ku rûyê rastî yê cemaetê dibînin, poşman dibin û dixwazin ji nava wan veqetin jî, rastî gelek zext û şantajan tên.

Cemaet bi desteka di dema hikûmeta AKP'ê wergirt re, hemû derfetên fermî yên dewletê bikar tîne û ji bo Kurdan careke din di qirkirinekê re derbas bike, kar dike."