Li Zurîchê mîtînga girseyî ya HDP'ê: Em ê bi ser bikevin!

Li Swîsreyê bi sernavê "Dîktatorî wê têk biçe, gel wê bi ser bikevin" mîtîngek hate kirin û bi hezaran kes tevlî bûn. Di mîtîngê de hate gotin, "Me di 7'ê Hezîranê de hejand, em ê di 24'ê Hezîranê de hilweşînin."

Ji bo piştgiriya ji HDP'ê û Selahattîn Demîrtaş, 'Platforma Hilbijartinê ya li dijî Dîktatoriyê' li bajarê Zurîch ê Swîsreyê mîtîngeke girseyî li dar xist. Bi hezaran kesên ji hemû bajarên Swîsreyê tevlî mîtîngê bûn ku li Helvetiaplatzê ya Zurîchê pêk hat. Çalakgeran peyama "Me di 7'ê Hezîranê de hejand, em ê di 24'ê Hezîranê de hilweşînin" dan.

Parlamenterê Şirnexê yê HDP'yî Faysal Sariyildiz, bi anvê Konfederasyona Yekîtiyên Elewiyan a li Ewropayê Tûrgût Oker, Hevserokê HDK-Avrûpayê Demîr Çelîk û nûnerên rêxistinên 'Platforma Hilbijartinê ya li dijî Dîktatoriyê' weke qiseker tevlî mîtîngê bûn.

Qada mîtîngê bi alên HDP û posterên Demîrtaş hate xemilandin û bi dirûşmên "Bi te dikare biguhere", "Azadî ji Demîrtaş re", "Gel wê bi ser bikevin" hejiya.

'HDP CIHÊ ÇARESERIYÊ YE'

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna Şehîdên Meha Gulanê, bi navê 'Platforma Hilbijartinê ya li dijî Dîktatoriyê' Nîhat Halîs destpêkê axivî û işaret bi girîngiya hilbijartinên 24'ê Hezîranê ji bo gelên Tirkiyeyê kir. Halîs got, "Dem hatiye ku di 24'ê Hezîranê de dîktatoriya Erdogan bê hilweşandin" û bang li dengdêrên li Swîsre û gelemperiya Ewropayê kir ku dengê xwe bidin. Halîs got, "Em baş zanin ku HDP cihê çareseriyê ye, lewma em dibêjin, dengek ji bo Demîrtaş, dengek jî ji bo HDP'ê."

OKER: EM Ê DAWÎ LI ZÎHNIYETA ÎNKARÊ BÎNIN

Tûrgût Oker jî destnîşan kir ku hilbijartinên 24'ê Hezîranê ji bo gelên Tirkiyeyê firsendeke dîrokî ye û got, "HDP di van hilbijartinan de alternatîfek e. Elewî, Sûnî, Kurd, Tirk, yanî me soz dane her kesî. Bi bo bicihanîna vê sozê divê di 24'ê Hezîranê de em bi hev re bin. Berdêla xwe çi dibe bila bibe em ê Demîrtaş û hevalên wî azad bikin."

Oker hdestnîşan kir ku dem hatiye ew dawî li sîstem û zîhiyeta înkarê ya sed salî bînin û got, "Em ê vê yekê jî di 24'ê Hezîranê de bi HDP'ê re bikin."

SARIYILDIZ: HDP ALTERNATÎFA YEKANE YE

Parlamenterê Şirnexê yê HDP'yî Faysal Sariyildiz piştre axivî û diyar kir, HDP di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de ji bo gelên Kurdistan û Tirkiyeyê alternatîfa yekane ye. Sariyildiz da xuyakirin ku rejîma faşîst a Erdogan û AKP tengav bûye, lewma biryara hilbijartinê daye û got,"Hewl dan bi hilbijartina pêşwext re mûxalefetê di rewşeke ne amade de zevt bikin. Lê îro gelên me li ser piyan e û careke din li dora HDP'ê civiyane. Ji bo em zîhniyet û sîstema ku di 7'ê Hezîranê de hejand bi temamî ji holê rakin, divê di 24'ê Hezîranê de em hê bi xurtî li dora HDP'ê bicivin."

Saryildiz bal kişand ser girîngiya dengên li Ewropayê û ji dengdêrên li Ewropayê xwest ku dengê xwe bidin.

Mîtîng bi stran û gerandina govendê heta derengî dewam kir.