Li Zanîngeha Marsîlyayê konferansa 'Tirkiye ber bi ku ve diçe'

Li Zanîngeha St. Charles a Marsîlyayê, bi sernavê 'Tirkiye ber bi ku ve diçe' konferansek hate lidarxistin.

Ji Baroya Parîsê parêzer Martîn Pradel, civaknas Pinar Selek, Parlamentera Wanê ya HDP'yî Tûgba Hezer, Nûnerê HDP'ê yê li Ewropayê Eyup Dorû, dîroknas Etîenne Copeaûx û rojnamevan Olîvîer Bertrand qisekerên konferansê bûn.

Li gel Navenda Civaka Demokratîk a Kurd gelek saziyên civaka sivîl, sendîka û tevgerên jinan ên Fransayê piştgirî dan konferansê.

MOHRA TERORÊ LI HER KESÎ DIXIN

Parêzer Martîn Pradel di destpêkê de axivî û anî ziman ku li Tirkiyeyê mohra 'terorê' li her kesî tê xistin. Pradel got, "Parlamenter an jî şaredar be, ne xem e. Ji b mirov bi vî rengî bên sûcdarkirin, mûxalîfbûn têrê dike. Rastgir jî ji vê yekê para xwe digirin."

Pradel bal kişand ser zêdebûna girtin û zextên li HDP'ê tên kirin û anî ziman ku bêyî nîşandana delîlekî, HDP'yî bi sûcdariya 'piştgiriya ji bo terorê' tên girtin.

'DADGERÎ TI CARÎ SERBIXWE NEBÛ'

Parlamentera HDP'yî Tûgba Hezer piştre axivî û işaret bi zextên li partiya wan tê kirin, kir.

Hezer got, "Zext û zordarî timî li Kurdan hate kirin" û wiha dewam kir: "Lê belê rewşa li Tirkiyeyê ti carî ewqasî bala cîhanê nekişand. Sedema sereke ya vê yekê jî, hebûna rejîmeke faşîst û dîktator a li Tirkiyeyê ye. Ev rejîma ku ji aliyê Erdogan ve tê birêvbirin, ne tenê ji bo Kurdan û Tirkan, her wiha veguheriye krîzeke herêmî û global."

'GELÊ ERMENÎ HATE QIRKIRIN'

Dîroknas Etîenne Copeaûx jî anî ziman ku li Tirkiyeyê gelê Ermenî hate qirkirin û got, "Li Tirkiyeyê bi sed hezaran mirovên ne Tirk û ne Misilmanên Sûnî hatin kuştin, ya jî hatin sirgûnkirin. Gelê Ermenî hate qirkirin."

'DI MIJARA TIRKIYEYÊ DE ME HIŞYARÎ DAN DEWLETÊN EWROPAYÊ'

Nûnerê HDP'ê yê li Ewropayê Eyup Dorû jî anî ziman ku parlamenterên HDP'yî gelek caran rayedarên Ewropî hişyar kirin, ku Tirkiye ber bi zîhniyeteke yekperest ve diçe û ev ji bo Ewropayê xetere ye, lê guh nedane wan.

Rojnamevan Olîvîer Bertrand jî qala bûyerên ku di di mijara 2016'an de dema dixwest hevpeyvînê bike hate binçavkirin û ew xistin Navenda Vegerandinê, kir.

Bertrand, der barê sîstema zordar otorîter a li Tirkiyeyê gelek mînak da.