Li zanîngeha Hannover standa Kurdisanê hat vekirin
Li zanîngeha Hannover standa Kurdisanê hat vekirin
Li zanîngeha Hannover standa Kurdisanê hat vekirin
Ciwanên endamên Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) di Roja Çandê ya Navnetewî ya li Zanîngeha Hannover pêk hat de standa Kurdistan vekirin. Komeke netewperestên trik xwestin vekirina standê asteng bikin lê rêveberiya zanîngehê got dê newekheviyê nekin navbera xwendekarên kurd.
Li bajarê Hannover li zanîngeha Leîbnîz ji 30 welatî bi tevlibûn xwendekaran Roja Çanda Navnetewî pêk hat.
Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê yên Zanîngehê dixwendin bi standa Kurdistan tevli bûn. Di standê de xwarin û çanda kurd hat nasîn û ji aliyê xwendekarên din ve jî eleqeyek mezin dît.
Bi taybet koma folklora kurd û muzîka kurdî eleqeyek mezin dît. Yekitiya Xwendekarên Tirk (TOB) hewl dan pêşî li vekirina standa kurd bigirin. Çend xwendekarên tirk yên nîjadperst hatin standê û provakasyon kirin û komeke din jî e-poste şandin rêveberiya zanîngehê û xwest stand bê rakirin.
Lê rêveberiya Zanîngehê ev daxwaza wan red kir û got ew newekehviyê nakin navbera xwendekarên kurd. Rêveberiyê got xwendekarên kurd jî wek Filistin, Bask, Korsîkayê dikarin li ser navê welatê xwe tevli bibin.