Li Zanîngeha Hannover konferansa kurd dê pêk were
Li Zanîngeha Hannover konferansa kurd dê pêk were
Li Zanîngeha Hannover konferansa kurd dê pêk were
Li bajarê Hannover a Almanyayê konferansa bi navê ‘Çareseriya pirsgirêka kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê’ konferans pêk tê. Konferansa ku gelek komên xwendekaran yên welat pêk tînin, dê mijarên wekê ‘Rizgariya Demokratîk û Înşakirina Jiyaneke Azad’ ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye depêkirin û qedexekirina PKK’ê ya li Almanyayê bê nîqaşkirin. Nûnerên komên xwendakaran da zanîn ku dê li ser her du mijaran nîqaşan bimeşînin.
Rêxistinên xwendekaran yên kurd, alman û yên cuda yên navnetewî ku li Almanyayê faliyetan dimeşînin di navbera 9-10’ê mijarê de li Zanîngeha Hannover bi mijara ‘Çareseriya Pirsigirêka Kurd û Demokratîkbûna Tirkiyeyê’ konferansê pêk tîne. Konferansa ku YXK pêşengiya wê dike, di organîzasyona wê de Parlamentoya Xwendekaran a Giştî ya Zanîngeha Hannover, Komîsyona Xwendekarên Biyanî ya Zanîngeha Hannover, Baskên Ciwanan ya Keskan Nîdersachsen, Ciwanên Hannover, Young Struggle, SDD. Dîe Lînke (Göttingen), Jugendverband Rebell, BAK Die Linke, KSK (Göttingen), Gruppe Atesh Hamburg, DIDF- Ciwan, Ciwanên Partiya Karkerên Sosyalîst a Almanyayê (SDAJ), Ciwanên Demokratîk a Nû (YDG ), Tamil Youth Organisation Germany û komên din cih digirin.
Roja yekemîn Deklerasyona Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ku di Newroza Amedê de îlan kir û di kîjan astê de ye, Kurdên li Almanyayê dijîn û rêxistinên ciwanan, rola wan di vê pêvajoyê de çibû dê bê nîqaşkirin. Nûnerên rêxistinên ciwanan dê li ser geşedanên siyasî yên Tirkiyê nêrînên xwe vebêjin. Di roja duyemîn de jî rêxistinên ciwanan yên Almanyayê binpêkirinên mafan û pêkanînên dij demokratîk yên Almanyayê nîqaş bikin û her wiha dê li ser têkoşîna hevpar nîqaşan bimeşînin.
Nûnerên rêxistinên ciwanan yên Almanyayê ku tevli konferansê dibin, diyar kir ku tiştên li Almanya û Tirkiyeyê tên jiyîn pêkanînên dij demokratîkin û got zextên li ser gel her diçe zêdetir dibe û got li dijî vê divê hemû ciwanên demokratîk di nava têkoşînê de bin.
AKP NEYÎNÎ NÊZÎ PÊVAJOYÊ DIBE
Endamê Lijneya Rêveberiya Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) Thoms Marburger, da zanîn ku dewleta tirk bersivê nade daxwazên kurdan û got: “Bi deklerasyona Ocalan a Newrozê re têkoşîna azadiya krud di warê stratekîj de rotayek nû qezenc kiriye. Lê pakêta ku AKP’ê di 30’ê îlonê de aşkera kiriye pakêta hilbijartinê ye. Ev jî nîşan dide ku AKP neyînî nêzî pêvajoyê dibe. Bêguman dê Tirkiye ji vê zirarê bibîne.
Tevbera kurd bi salane bo çareseriyê hewl dide. Ji sala 2005’an şûnde xweseriya demokratîk îlan kir û li gorî vê xwe rexistin kir. Zemîna îro jî wê demê ava kir. Îro tişta tê xwesti li Rojavayê Kurdistanê bike jiyanê eve. Ji ber vê jî ‘Rizgariya Demokratîk û Jiyaneke Azad’ ji aliyê gelê kurd, rayagiştî ya tirk û cîhanê ve bi coş û kelecaneke mezin hat pêşwazîkirin. Di gelek platfrom û konferansên ku li Amed, Enqere û Brukselê pêk hatin de hat diyar kirin ku gelê kurd mafdare û mafên wan hemû rewa ne. Em bang li hemû hêzên demokrasiyê dikin ku bên ser kar. Em di konferansa xwe ya 9-10’ê mijdarê de li Hannoverê dê geşedanên Tirkiyeyê û Kurdistanê nîqaş bikin. Ji ber divê hemû hêz piştgiriyê bidin van. Li Almanyayê ev 20 sale li ser PKK’ê qedexekirinek heye. Divê hêzên demokrasiyê li dijî vê bikevin nava tevgerê û têkoşînê bimeşînin.
EM GIRÎNGIYÊ DIDIN KONFERANSÊ
Nûnerê Antîfa Uelzen Oley Maye got ew gelek girîngiyê didin vê konferansê û wiha got: “Em wek kom girîngiyê didin têkoşîna enternasyonel. Li hemû cîhanê têkoşîna bindestan ji bo me girînge. Di nava van de bi taybet em girîngiyê didin Têkoşîna Azadiya Kurd. Di nava rêxistina Ciwanan a YXK’ê de têkoşîn dayîn bo me girînge.” Maye balkişand ser geşedanên Sûriyeyê û got: “Kurdan li Sûriyeyê pergalek alternatîf pêş xist. Ev nehat hesabê Tirkiyeyê û hêzên navnetewî. Komên çeteyan yên wekê El Qaîde û El Nusra birin ser Kurdan. Van hêzan dest ji şerê li dijî Esad berdane dest bi şerê li dijî kurdan kirine. Hêzên navnetewî têkoşîna kurdan ji nedîtîve tê. Di serî de almanya û gelek welatên Rojava divê li dijî vê xwedî helwest bin.
JI BO PÊVAJOYÊ NE ERÊNIYE
Endamê SDS ya Hanoverê Adem Çelîk jî got di vî şerî 30 salî yê Kurdistanê de divê rola neyînî ya hêzên navnetewî bê dîtin û got: “Di serî de hêzên demokratîk yên Almanyayê û her kes ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka kurd rola xwe bilîze. Ev 10 mehe aliyê kurd bi dewleta tirk re hevdîtinan dike. Lê helwesta dewleta tirk ne samimiye. Ji ber vê konferansa me ya di 9-10’ê mijdarê de girînge.
BILA QEDEXEYA LI SER PKK’Ê RABE
Nûnerê Ciwanên Partiya Karkeran a Sosyalîst ya Almanyayê (SDAJ) Aram Aras jî got AKP bi salane li ser civaka tirkiyeyê zextan dike û wiha got: “Li Geziyê kurt, tirk, elewî, jin, xwendekar û gelek aliyên din daketin qadan û li dijî AKP’ê berxwe da. Bandora wê me li Almanyayê hîs kir. Em konferansê gelek girîng dibînin. Divê qedexeya PKK’ê bê rakirin. “