Li zanîngeha Frankfûrtê pankarta ‘Free Abdûllah Ocalan’ hate daliqandin

Yekîtiya Xwendekarên Kurd (YXK) ji bo balê bikişîne ser komploya 9’ê Cotmehê li zanîngeha Frankfûrtê ya Goetheyê pankart daliqand.

Xwendekarên ji Kurdistanê di têketina zanîngehê de pankarta ‘Free Abdûllah Ocalan-Ji Abdûllah Ocalan re azadî’ daliqand.

Xwendekarên YXK’ê yên ev çalakî li dar xistin Komploya 9’ê Cotmehê ya 1998’an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan û Tevgera Azadiyê şermezar kirin.

Xwendekaran diyar kirin ku komplo negihiştiye armanca xwe û gotin, “Fikrên Rêber Apo li Rojhilata Navîn û li cîhanê belav bûye. Ev jî vê rastiyê piştrast dike ku komplo negihiştiye armanca xwe.”