Li Yukselê êrîş: 9 kes hatin binçavkirin
Polîên ku êrîşî çalakiya “Em karê xwe dixwazin” ku ev 377 roj in li ser Rêya Yukselê dewam dike kirin, Velî Selçûk, Nazan Bozan, Acûn Karadag û 6 kes bi derbkirinê binçavkirin.
Polîên ku êrîşî çalakiya “Em karê xwe dixwazin” ku ev 377 roj in li ser Rêya Yukselê dewam dike kirin, Velî Selçûk, Nazan Bozan, Acûn Karadag û 6 kes bi derbkirinê binçavkirin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Nûriye Gûlmen û Semîh Ozakça ku dikeve roja 257’an de, çalakiya “Em karê xwe dixwazin” a bi aramca piştgirîkirina Gulmen û Ozakça ku li pêşiya Bîrmendiya Mafê Mirovan a li ser Rêya Yukselê destpê kiriye jî di roja 377’an de ye.
Velî Selçûk, Nazana Bozkûrt, Acûn Karadag jî di nav de koma ku bi armanca piştgirîkirinê xwestin li Kolana Konûr daxuyaniya çapemeniyê bidin, kom bûn. Polîsên ku kolan bi wesayîtan dorpêç kirin, rê nedan çalakiyê. Koma ku xwetin li ber mertalên polîsan daxuyanî bidin pankarta “Greva birçîbûnê di roja 257’an de ye, Nûriye û Semîh vegerin ser karê xwe” vekirin, û dirûşmên “Nûriye û Semîh rûmeta me ne” û “Em kedkar in, mafdar in, em ê qezenç bikin” qîr kirin.
Bi vekirina pankartê re polîsan êrîş kirin û pankart çirandin, li gel Velî, Acûn û Nazan 6 kes bi derbkiriê binçavkirin.