Li Yukselê 5 kes hatin binçavkirin
Di çalakiya “Em karê xwe dixwazin” de polîsan li gel Acûn Karadag 4 kes binçav kirin.
Di çalakiya “Em karê xwe dixwazin” de polîsan li gel Acûn Karadag 4 kes binçav kirin.
Çalakiya greva biçîbûnê ya perwerdekar Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça yên bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de ji kar hatibûn dûrxistin û bi daxwaz em karê xwe dixwazin dabûn destpêkirin kete roja 299’an de. Çalakiya bi dirûşma ‘Em karê xwe dixwazin’ ya bi armanca piştgirîkirina Nûriye û Semîh jî roja 419’an de dewam dike.
Polîsan weke her carê rê neda ku çalakvan li pêşiya Abîdeyê Mafê Mirovan a li ser Rêya Yukselê daxuyanî bide. Li ser vê çalakvan li Kolana Konûrê hatin ba hev, pankarata “Greva biçîbûnê di roja 299’an de ye. Bila Nûriye û Semîh vegerin ser karê xwe” vekirin û dirûşmên “Em karê xwe dixwazin” qîr kirin.
Polîsên ku di dema daxuyanî wê bihata dayîn de êrîşî çalakvanan kirin pankart çirandin. Di dema êrîşê de polîsan Ancûn Karadag, Nazan Bozkûrt, Gulnaz Bozkûrt, Sîmge Aksan û Îlker Işik binçavkirin.