Li Yewnanistanê ji bo Ocalan çalakiya birçîbûnê

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi dawîkirina dagirkeriya Tirk a li Efrînê, li Yewnanistanê çalakiya greva biçîbûnê hate destpêkirin.

Li gelemperiya Ewropayê di çarçoveya kampanyaya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi dawîkirina dagirkeriya dewleta Tirk a ji 20’ê Çileyê ve ya li ser Efrînê, starta çalakiya greva birçîbûnê hate destpêkirin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya ku 6’ê mehê heta 11’ê Tebaxê bom dike destpê kir. Di roja yekem a çalakiyê de ber bi Sefaretxaneya Tirk ve meşeke girseyî hate kirin.

Di axaftinên çalakiyê de hate kirin, bal kişandin ser rola dewletên ewropa ya li ser komploya navneteweyî ya li ser Ocalan û hate bibîr xistin ku nêzî 20 sal in Ocalan di bin tecrîdê de ye.

Her wiha di çalakiyê de bêdengiya welatên Ewropa ya li hember dagirkeriya Efrînê jî hate şermezarkirin. Çalakiya greva birçîbûnê li Qada Syntagamê dewam dike.