Li Yewnanîstanê ji bo azadiya Ocalan meş dest pê kir
Kurdistanî ji bo protestokirina Komploya 9’ê Cotmehê û azadiya Ocalan ji Lavrîon heta Atînayê dest bi meşê kirin.
Kurdistanî ji bo protestokirina Komploya 9’ê Cotmehê û azadiya Ocalan ji Lavrîon heta Atînayê dest bi meşê kirin.
Li ser banga Meclîsa Gel a Atînayê, meşa 3’ê rojan a ji Lavrîan heta Atînayê dest pê kir. Meşa ku bi tevlîbûna 55 kesan pêk tê bi çoşekî mezin dest pê kir.
Di daxuyaniya ku li ser navê çalakgeran de hatî dayîn de wiha hat gotin; “Di şexê Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan de li dijî hêviyên azadiya gelê Kurd ku destpêka komployê, Komploya 9’ê Cotmehê şermezar dikin. Tecrîda ku li ser Rêbertiya me tê kirin, em qebûl nakin. Di qonaxa niha de êdî Rêberê me bi gelê xwe re û gel jî bi Rêberê xwe re dixwaze bi awayekî azad bijî. Li ser vî bingehî banga ku me kirî em dixwazin hemû kes beşdar bibe.”
Çalakger wê di roja 9’ê Cotmehê di seat 17:00’an de li Syntagmanê li hev bicivin û heta Sefaretxaneya Tirk bimeşin.