Li Wargeha Lavrio ku 60 kîlometreyan dûrî Atînayê ye ji bo protestokirina komploya 9’ê Cotmehê û tecrîda giran a li Îmraliyê tê meşandin meşeke dirêj hat organîzekirin.
Meşa ku Yekşemê destpê kirî wê 3 rojan bidome. Di meşê de ligel wêne û posterên Ocalan, alên PKK, KCK û YPG’ê hatin hildan. Çalakvan ber bi Atînayê ve dimeşin.
LI DRESDENÊ POSTERÊ OCALAN
Bajarê Dresden ê Elmanyayê ciwanên Kurd, posterê Ocalan daliqandin. Hate ragihandin ku çalakî ji bo protestokirina komploya 9’ê Cotmehê û tecrîda li Îmraliyê hatiye kirin. Roja Sêşemê jî bi tê çaverêkirin ku bi pêşengiya tevgera jinê saet 17.00’an meş û mîtîngek were kirin.
LI KOLNÊ UMÎD ACAR HATE BIBÎRANÎN
Her wiha li Kolnê ya Elmanya ji bo ciwanê Kurd Umît Acar civîna bîranînê hate kirin.
Acara 27’ê Îlonê li Ingolstadtê ji bo tecrîda li ser Ocalan şermezar bike û serdana Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan şermezar bike bedana xwe dabû ber agir.
Di bîranînê de ku bi pêşengiya Ciwanên Azad a Kolnê hatî kirin, li dijî Komploya 9’ê Cotmehê û tecrîda li ser Ocalan axaftin hatin kirin.
LI LONDONÊ MEŞ
Li paytexta Ingilistanê Londonê bi heman armancê meşek hate kirin. Meş bi pêşengiya Tevgera Jina Kurd a Ingilîstanê pêk hat, Meclîsên Civaka Kurd a Brîtanya û dostên Kurdan jî destek dane.
Meş li Edmonton Cornerê dest pê kir, ji bo Ocalan gelek caran dirûşm hatin gotin. Di çalakiyê de ku gelek kesan eleqe nîşan da bi hezaran belavo hatin belavkirin. Meş li Seven Sîsters Parkê bidawî bû. Li vir berdevka Meclîsa Roj Jinê Evrîm Yilmaz axivî û di şexsê Umîd Acar de hemû ‘şehîdên şoreşê’ bi bîr anîn.
Yilmaz her wiha got ew hêzên navdewletî yên di nav komploya 9’ê Cotmehê de cih girine şermezar kir û got heta azadiya Ocalan wê berxwedan bidome.