Li Yenimahaleya Enqereyê destûr nedan Newrozê

Li Yenimahaleya Enqereyê destûr nedan Newrozê

Serokatiya BDP’a navçeya Yenîmahaleyê ku xwest Newrozê pîroz bike, bi hinceta ku dê provokasyon çêbibe ji aliyê Qeymeqamtiyê ve hate destûr nehate dayîn.

BDP’a navçeya Yenîmahaleya Enqereyê ku xwest Newrozê pîroz bike, destûr nehate dayîn. Komîteya Amadekar ya di bin serokatiya Selahedîn Deger ku ji bo 19’ê Adarê Newrozê pîroz bikin serî li Qeymeqamtî û Fermandariya Yakacikê dan.

Qeymeqamtiyê bi hinceta ku “di encama hûrkolînan de li taxa Yakacikê qada pîrozbahiyê tuneye, dibe ku di navbera rûniştvanên taxê provokasyon, bê hizûrî çêbibe, di aliyê emniyet, asayîş û cemaweriyê de xeter hatiye dîtin” destûr nehate dayîn.