Li Yemenê êrîşa balefirên bêmirov: 6 mirin
Li Yemenê êrîşa balefirên bêmirov: 6 mirin
Li Yemenê êrîşa balefirên bêmirov: 6 mirin
Li Yemenê balefîrên bêmirov ên DYA’ê êrîşek pêkanîn, di encamê de 6 kesan jiyana xwe jidest dan. Li gorî hinek çavkaniyan kesên ku hatîne kuştin nêzî El Qaîdê ne. Ta niha tu daxuyaniyên fermî ne hatî ne dayîn. Li gorî çavkaniyên ewlehiyê balefirên bêmirov yên girêdayî DYA’ê li herêma Hadramevt li Şebamê maşîyekê reşandîne, hat ragihandin ku di êrîşê de 6 kesan jiyana xwe jidest dane.
Rêxistina Efûya Navnetewî û Rêxistina Şûpandina Mafê mirovan, êrîşên balefirên bêmirov yên DYA’ê ên li Pakîstanê û Yemenê pêktên weke “înfazên bê lêpirsîn” bi nav kirîbûn û xwestîbûn ku dawî li operasyonên bi balefirên bê mirov bînin. Di rapora rêxistinê de hatî bû destnîşan kirin ku ji 11’ê Îlona sala 2009’an ve 81 êrîş pêk hatîne û di van êrîşan de 473 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Di rapora Navenda Londrayê "Reprieve" ya ku roja sêşema bû ji aliyê saziyên mafên mirovan ve hatî weşandin de tê diyar kirin ku di sala 2013’ande balefirên bê mirov li Yemenê 35 êrîş pêkanîne, 33’ê jê sivîl 130 kesan jiyana xwe ji dest dane.