Li Xwendekara Zanîngehê 7 sal û 4 meh ceza
Li Xwendekara Zanîngehê 7 sal û 4 meh ceza
Li Xwendekara Zanîngehê 7 sal û 4 meh ceza
5. rûniştina doza xwendekara zanîngehê Emîne Akman ku di 15'e Tebaxa sala 2011'an de hat girtin û girtî tê darizandin li 15'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Heyetê der barê Emîne Akman de biryar da û 7 sal û 4 meh ceza birî.
Xwendekara Zanîngeha Marmarayê Emîne Akman 21 meh berê dema diçû mala hevala xwe Ataşehîra Stenbolê di rêde ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin û pişt re hat girtin. 5. rûniştina doza xwendekara zanîngehê Emîne Akman ku di 14'ê Tebaxa sala 2011'an de hat girtin dê li 15'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê dewam kir.
Di rûniştinê de Akman, parêzerê wê, malbat û hevalên wê amade bûn. Dozger ji Akman xwest bi îdîaya "Li gel ne endamê rêxistinê ye, li ser navê rêxistinê suc kiriye" û "Teqemenî li ser xwe gerandiye" heta 11 salan ceza dixwaze.
Akman, parastina xwe bi kurdî kir û sûcdariya der barê xwe de red kir û taliya xwe xwest. Muwekilê Akman Prz. Huseyin Bogatekîn jî parastin kir û xwest Akman serbest bê berdan. Heyetê piştre der barê Akman de 7 sal û 4 meh ceza birî û bi biryara kontrola edlî serbest berda.