Derket holê ku fermandarê jendermeyan ê navçeya Gumuşhane Torûlê, li xizmên namzetê parlamenteriyê yê HDP'ê yê Amedê Ziya Pîr ên li gundê Guzelolûkê geriya ye û gefa "Deng nedin HDP'ê xwariye. Pîr diyar kir ku AKP ji bo HDP bendê derbas neke serî li polîtîkayên salên 90'î dide û got, "Ev polîtîka pûç in û encam jê nayên. Ne tenê li Kurdistanê li her devera Tirkiyeye partiya me li eleqeyeke mezin rast tê."
Xizmên namzetê parlamenteriyê yê HDP'ê yê Amedê birazê ji damezrînerên PKK'ê Kemal Pîr Ziya Pîr ên li gundê Guzelolûk ê navçeya Gumuşhane Torûlê dijîn, li gefa jendermeyan rast tên. Derket holê ku fermandarê jendermeyan bi rêya telefonê li xizmên Pîr geriya ye û gefa "Dengê xwe nedin HDP'ê" li xizmên Pîr xwariye.
Pîr nerazîbûn nîşanî vê yekê da û anî ziman ku AKP ji bo dengekî jiyana mirovan dixe xeteriyê û got, "Ji ber ku HDP bendê derbas dike AKP û Erdogan dîn dibin. Em ê wî hîn bêhtir dîn bikin."
'NÊRÎNA SERKETINA HDP'Ê, AKP'Ê DÎN DIKE'
Pîr der barê mijarê de agahî da ANF'ê û wiha axivî:
"Fermandarê Jendermeyan ê Torûlê, bi telefonê li gundê me digere û bi xizmên me re diaxive. Der heqê min de gelek pirsan dipirse. Di vir de armanc; çavtirsandina gundiyan û xizmên min e. Ji xwe li gundê me zêde mirov nîne. Dengekî kêm heye. Mesele ew e ku dengeke be jî divê ji bo HDP'ê ji wî gundî dernekeve. Herî dawî fermandarê jendermeyan dema telefonê digire dibêje, 'Bila ji vî gundî deng ji HDP'ê re dernekeve'. Ev yek gef û şantajeke. Encameke polîtîkayên AKP'ê yên li dijî partiya me ye. Ji ber nêrîna serketina HDP'ê di hilbijartinê de wan dîn dike. Hemû hewldanên wan ev e. Ji bo vê jî serî li her rê û rêbazê didin, mîna gef, şantaj, provokasyon û kirîna dengan. Ev polîtîkayên pûç in, encam jê nayê. Ne tenê li Kurdistanê li her devera Tirkiyeyê partiya me li eleqeyeke mezin rast tê. Tirsa wan ji vê ye. Em ê hîn bêhtir bixebitin, xwe bigihînin bêhtir mirovan, benda ji sedî 10'an derbas bikin û hîn bêhtir wan dîn bikin."
'AKP POLÎTÎKAYÊN SALÊN 90'Î DIMEŞÎNE'
Pîr anî ziman ku AKP bi bikaranîna hemû saziyên dewletê re bi rêya şîdet û zextê dikeve hilbijartinan û got, "AKP a ku li Agirî provokasyona; 'gerîla dadikevin gundan û deng dixwazin' derxist, li gelek deverên Tirkiyeyê bi rêya leşkeran diçe gundan û gefên 'Deng nedin HDP'ê' dixwe. Her wiha gelek amûrên weka yên aborî dixe dewrê û di hilbijartinan de mirovan neçarî dengdayîna ji bo AKP'ê dihêle."
Pîr destnîşan kir ku li Kurdistanê bi awayekî cidî qutbûn ji AKP'ê çêbûye û got, "Hikûmeta bi vê hesiya, ji bo dengên neteweperestan dijminatiyê li Kurdan dike. Ev polîtîkayên nîjadperest û înkarê yên salên 1990'î ne. Di oxira hilbijartinê de aştiyê û pêşerojê dixin xeteriyê."
Namzetê parlamenteriyê yê HDP'ê yê Amedê Ziya Pîr ji bo Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Aştiyê û pêşeroja gelan neke qurbanê hilbijartinê."