Li welatên Ewropayê pîrozbahiyên Newrozê

Li welatên Ewropayê pîrozbahiyên Newrozê

Li bajarê Osnabruck, Dortmund a Almanyayê, li bajarê Insbruck a Awusturyayê, li bajarê Melbourne ya Awistralyayê, li bajarê Toulouse a Fransayê û bajarê Borlange ya Swêdê agirê Newrozê bilind bû. di pîrozbahiyan de piştgirî dan banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Li Osnabruckê ji aliyê Komeleya Çanda kurd li  Haus der jugend pîrozbahî hat orgnîzekirin û di axaftinan de piştgirî dan banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Serokê Meclisa gel a Bîelefedê Tahîr Koçer axaftin kir û di axaftinan de hate gotin ku ew Mazlum Dogan, Zekiye Alkan, Ronahî û Berîvanan bibîrtînin. Her wiha hat diyar kirin ku ger îro li her derê Kurdistanê agir pêdikeve, ev bi bedelen pêk hatiye.

Hunermend Hayri Arslan, Koma Dêrsim, Zohre Kurtulan, Abbas Ahmed û Ali Dapar derketin ser dîkê.

 HAGEN

Pîrozbahiya li qada Hagen a Dortmundê, jî li ber Navenda Çanda Kurd a Hagen pêk hat. Pîrozbahî bi sirûda Ey Reqîp dest pê kir û ji Enstîtuya kurd Mîrhem Yîgît axivî. Yigît wiha got: “Newroz îro gihiştiye astek dîrokî. Newroza 2013’an de ji bo me gelek girîng e. Lê bi têkoşîneke mezin û rêxistinbûneke mezin em dikarin pêvajoyê qezenc bikin.  divê em heta dawiyê xwedî li nexşerêya serokatiya xwe derkevin.

Hunermend Hozan Ekrem û Koma Agirê Amed derket ser dîkê.

SWÊD

Li Borlange ya Swêdê jî kurd hatin cem hev agir pêxistin û Newroz pîroz kirin. Di Newrozê de alên PKK’ê hatin derxistin û wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.

TOULOUSE

Li Toulouse ya Fransayê jî kurdan agirê Newrozê bilind kirin û xwedî li banga Ocalan derketin. Pîrozbahî li qada Capîtol ya dîrokî pêk û peyama Ocalan hat xwendin. Serokê Meclisa Gel a Demokratîk ya Toulouse axivî û got ew piştgiriyê dibin banga Ocalan û Rêber Apo ji bo her kesî şansekî gelek mezine û înşalah hikûmeta tirk xwedî li vê derkeve.

INNSBRUCK

Li Innsbruck a Awusturyayê agirê Newrozê hate pêxistin. Di şahiyê de banga ji bo Newroza di 23’ê adarê de dê pêk were hat kirin.

MELBOURNE

Li bajarê Melbourne ya Awistralyayê pîrozbahî li Komeleya Malakurdan pêk hat.