Li welatê El Beşîrî ku dostê Erdogan e serhildan heye!
Li welatê El Beşîrî ku dostê Erdogan e serhildan heye!
Li welatê El Beşîrî ku dostê Erdogan e serhildan heye!
Li welatê serok dewletê Sûdanê Omer El Beşîrê ku bi sûcdariya ku sûcê şer li Darfurê pêk aniye, tê sûcdarkirin, ji sala 1989’an heta niha ku bi darbeya leşkerî hat desthilatdariyê, xwepêşendanên girîng pêk tên. Di nava deh rojan de bi dehan kesî jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî nexweşxaneya Umdurman a eyaleta Hartum, li dijî rakirina subvansiyonên li ser bûhayên sotemeniyê di 23’ê îlonê de protestoyan destpêkiriye û heta niha cenazeya 21 kesî anîne nexweşxaneyê. Hat hînbûn ku ev hemû sivîlin û sahidên bûyerê û malbatan da zanîn ku 8 kesên din jî di bûyeran de mirine. Çavkaniyên din jî anîn ziman ku herî kêm 60 kes mirine û cigirê serokwezîr Osman Alî, îdia kir ku hêzê ewlehiyê gule berdane hewayê.
GEL DIXWAZE REJÎM HILWEŞE
Omer El Beşîrî ji sala 1989’an de desthildare. Cara yekemîn çalakiyên wisa mezin pêk tên. Çalakî roja duşemê piştî ku alîkariya dewletê ya li ser sotemeniya rabibû, dest pê kir. Aktîvîstan da zanîn ku bila li Hartumê gel ji îro şûnde derkevin kolanan. Polîsan tedbîrên ewlehiyê girt. Çalakiyan heta roja çarşemê berdewam kir. Piranî xwendekar tevli bûn û bi dirûşmeya ‘Azadî, azadî, gel dixwaze rejîm hilweşe.’ Çalakî li gelek nokteyan vegeri pevçûnan. Di navbera polîs û çalakgeran de pevçûn derket.çalakgeran xwest avahiya aydê wezaretê bişewitîne. Hat hînbûn ku eniya pêş ya avahiyê şewitiye.
DIBISTAN HATIN GIRTIN
Roja seşemê çalakgeran avahiya partiya Kongreya Netewî ya deshilatdare ya li Umdurman da ber agir. Rê ji aliyê çalakgeran ve hat girtin. Seferatxaneya DYA’yê bang li aliyan kir û got divê alî ji bikaranîna hêzê dur kevin û li hemberî azadî û xwepêşendanên aştiyane rêzdar bin. Rayedarên Sûdanê biryar da ku dibistanên Hartumê heta 30’ê îlonê bê girtin.
DOSTÊ ERDOGAN YÊN KU KOMKUJIYÊ TÊ SÛCDARKIRIN
El Beşîr albayekî ku di sala 1989’an de hikûmeta di sala 1986’an de bi hilbijartinê hatibû, hilweşandibû ye. Ji roja ku hatiye desthiladariyê li welat şerê navxweyî hat jiyîn.
Dadgeha Cezaya Navnetewî di 2008’an de der barê El Beşîr de biryara girtinê da. Beşîr ji ber têkiliyên xwe yên bi desthildatdariya AKP’ê re her tim bû mijara bertekan. Beşîr bi sûcê ku di şerê navxweyî yê herêma Darfu ya Sudanê ya di sala 2003’an de pêk hat û 300 kes ket hat qetilkirin, sûcdar tê dîtin.
Serokwezîrê Tirk Erdogan di mijara 2009’an de daxuyaniyek da û sûcdariyên der barê El Beşîrî de red kir û got: “Ne mumkune ku kesekî mensubê ola îslamê ye vî sûcî bike.”