Ji bo xebatên hilbijartinê ya namzetên AKP’î yên Wanê taqwiyeya polîsan hat kirin. Namzetên AKP’ê wê bi ekîbên hêzên çewîk li gund û navçeyan bigerin, ji ber piştgiriya ji bo HDP’ê ya li herêmê jî bi fikarin.
Beriya hilbijartinên 7’ê Hezîranê dewlet li Wanê di bin navê ewlehiyê de hewl dide zextan li gel bike. AKP ya li Kurdistanê pişgiriya gel nagire, biryar da ku xebatên xwe bi polîsan re bimeşîne.
Di 18’ê Nîsanê de di bin serokatiya Wezîrê Karên Hundir Sebahattîn Ozturk de, ku hat bajar, Fermandarê Giştî yê Cendermeyan Orgeneral Abdullah Atay, Midûrê Giştî yê Polîsan Celalettîn Lekesîz, Waliyê Wanê Îbrahîm Taşyapan, Walî û Midûrên Polîsan ên Colemêrg, Bedlîs, Agirî û Mûşê jî beşdar bûn, Civîna Herêmî ya Ewlehiya Hilbijartinê pêk hat.
OZTURK: EM Ê TEDBÎRAN BIGIRIN
Wezîrê Karên Hundir Ozturk di civînê de axivî û got: “Hikûmet û wezareta me wek hilbijartinên berê, wê di vê hilbijartinê de jî her cureyê tedbîrê bigire û xebatan bi baldariyek mezin bimeşîne. Di vê warî de welatê me bi qasî ku ji welatên hevdem re bibe mînak, xwedî tecrube û pergalekê ye. Tedbîrên giştî wê bên nîqaşkirin, wê li her bajarî tedbîr pêk bên.”
TAQWIYEYÊ POLÎSAN DESTPÊ KIR
Midûriyeta Polîsan a Wanê piştî civînê ket nava tevgerê û dest bi taqwiyeya personelan kir. Li hinek şûbeya 30 polîs û 5 komîser hatin peywirdarkirin, li gelek şaxan jî 10 polîs hatin peywirdarkirin.
Li Wanê komeke ji 20 kesan pêk dihat hêk avêtibûn namzetên AKP’ê. Li ser vê Midûriyetê taqwiyeya polîsan zêde kir.
NAMZET WÊ POLÎSAN RE BIGERIN
Hate hînbûn ku polîsên heta hilbijartinên 7’ê Hezîranê demkî hatine peywirdarkirin, wê li navçe û gundan ewlehiya namzetên AKP’ê bigirin. Bi her namzetê ku biçe gund re wê mînîbusek polîsên hêzên çewîk û 5 polîsên sivîl wê ewlehiyê bigirin.
Li aliyê din jî namzetên AKP’ê yên beşdarî xwarina nasandina bi çapemeniyê re bûn îdîa kirin ku hilbijêr di bin zextan de ne.