Li Wanê û Stenbolê qirkirina siyasî: 18 kes hatin destgîrkirin

Li Wanê û li 8 navçeyên wê di destê sibehê de polîsan girtin ser malan û 18 kes destgîr kirin. Di serdegirtinên li ser ESP’ê de jî Hevserokê Giştî Şahîn Tumuklu jî di nav de gelek kes hatin destgîrkirin.

Li navenda Wanê û li 8 navçeyên wê endamên Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) û endamên Partiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de 18 kes hatin destgîrkirin û ew birin TEM’ê.

Ev kes hatine destgîrkirin: “Nesîbe Akdag, Fîkret Dogan, Mehmet Saît Karabiyik, Fatîh Şahîn, Hasan Guven, Abdûllah Keleş, Vahyettîn Ûca, Ertûgrûl Korkmaz, Esra Babûr, Şefîk Ûmmaz, Dîlan Yildiz, Bahattîn Yavûz, Seyît Kiliç, Hevserokê HDP’ê yê navçeya Qelqeliyê Bûrhan Atmaca, Tahsîn Akti, Veysî Akti, Mûhsîn Aladag.”

HEVSEROKÊ GIŞTÎ YÊ ESP’Ê JÎ HATE DESTGÎRKIRIN

Polîsan girtin ser rêveberên Partiya Sosyalîst a ESP’ê jî. Di serdegiritnê de Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu, Seroka Rêxistina Stenbolê ya ESP’ê Pinar Turk, endamên Deste Rêveber a Navendî Huseyîn Îldan û Savaş Başak jî hatin destgîrkirin.