Li Wanê şîdeta dewletê kesekî din qetil kir

Li Wanê şîdeta dewletê kesekî din qetil kir

Yunus Aktaş ê di çalakiyên Wanê de ji bo piştgiriya Kobanê bi guleya polîsan bi giranî birîndar bibû jiyana xwe ji dest da.

Yunus Aktaş di 9’ê Cotmehê de li Taxa Suphan di dema çalakiyên protestoyî de bi guleya polîsan birîndar bibû. Aktaş ku bi giranî birîndar bû li nexwşxaneya herêmê hate dermankirin û îro jiyana xwe ji dest da. Cenaze rakirin morgê. Hejmara kesên li Wanê di encama terora dewletê de jiyana xwe ji dest dan gihişt 2’an.

Hejmara kesên ku di çalakiyên protestoyî de jiyana xwe dest dane li gorî daneyên fermî 31 e. Lê bi agahiyên nû re ev hejmar derket 38’an.