Li Wanê polîsan zarokek ji rûyê wî birîndar kir

Li Erdîşê ya Wanê dema birêkirina leşkeran de polîsên Tirk zarokekî 15 salî ji rûyê wî birîndar kir.

Li taxa Sahîlkentê ya Erdîşê Şemiyê polîsên Tirk dema ku komeke ku bi teqandina çekan leşker bi rê dikir, li komê reşand û zarokeki 15 salî yê bi navê E. Ç ji rûyê wî birîndar kir.

Hate gotin polîsan ji bo koma ku li devereke girtî bi wesayitan drîft dikirin gule reşandine, guleyeke ku ji erdê pekiyaye li rûyê zarokê 15 salî ketiye, zarok rakirine nexweşxanê û rewşa wî baş e.

Polîsên Trk her sal dibe sedema mirina gelek kesan û nayên cezakirin.