Li Wanê êşkenceya li girtiyan

Li Girtîgeha bi Ewlehiya Jidiyayî ya Wanê girtiyên ku ji bo tecrîdê şermezar kirin ketin grêva birçîbûnê têne cezakirin. Girtiyên ku nehiştin tazî wan seh bikin êşkence li wan hate kirin.

Li Girtîgeha Wanê ya bi Ewlehiya Jidiyayî  ji ber desteke dane girêva birçîbûnê ya 165 girtiyên bi mebesta şermezarkrina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, lêpirsîna disîplînê li ser 100 girtî hate destpêkirin. Ji girtiyan Çîçek Tutuş ji ber ku qebûl nekir bi rengekî tazî ser wê seh bikin çar qerdiyanan lêxistin. Rêveberiya girtîgehê bi fîleyê ser hewşa koxuşê digire.

Li gorî agahiyan Çîçek Tutuş ji Girtîgeha Tarsûsê sirgunî Girtîgeha Tîpa T ya Wan bû.  Li gel Dîlek Ceylan û Hulya Dîlek ku girtiyên dî dema ku hatin koxuşê li wan ferz kirin ku bi rengekî tazî ser wan seh bikin. Piştî ku girtiyan ev qebûl nekirin çar qerdiyan li Çîçek Tutuş xistin. Çîçek Tutuş ku nexweşa astimê pê re heye, piştî ku kete krîzê midûrê girtîgehê got, 'bi qest wiha neke' û dermanê wê nedanê. Piştî ku rewşa Çîçek giran bû dermanê astimê dane. Hate gotin gelek deverên Tutuş bi lexistinê şîn û reş bûye û her wiha rêveberiya girtîgehê 10 roj cezayê hicreyê daye Tutuş.

Rêveberiya girtîgehê ku çavê wê li grêva birçîbûnê bar nebû li ser 100 girtiyên siyasî ku bi daxwazanmeyan desteka xwe ya ji bo grêvê diyar kiribûn lêpirsîna disîplînê da destpêkirin.

Her wiha rêveberiya girtîgehê bi fîleyan ser hewşa koxuşê girt.