Li Wanê 5 kes hatin girtin

Li Wanê ji kesên hatin destgîrkirin 5 jê hatin girtin. Li Stenbolê jî jinan xwestin ku kesên di 25'ê Mijdarê de hatin girtin bên berdan.

Li Wanê ji 20 ciwanên ku di 26'ê Mijdarê de di operasyonên qirkirina siyasî de hatin destgîrkirin 5 kes hatin girtin. Ciwanên ku bi îdîaya "Propaganda rêxistinê kirine" û "Endamên rêxistinê" hatin destgîrkirin êvarê birin edliyeyê.

Heyeta dadgehê derbarê Îzzet Işik, Nîhat Işik, Hazar Dayan, Harûn Boga û Ferhat Arslanboga de biryara girtinê wergirt.

Her pênc ciwan şandin Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Wanê.

STENBOL

Li Stenbolê li navçeya Esenyûrtê di 24'ê Mijdarê de bi wesîleya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê belavok hatibûn belavkirin û 7 kesên belavok belav kirin hatibûn destgîrkirin. Her heft kesên ku 6 ji wan jin in, hatin girtin.

Meclîsa Jinan a Stenbolê ya HDP'ê li avahiya Rêxistina Bajêr a Beyoglûyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê xwest kesên hatine girtin û destgîrkirin tavilê bên berdan.