Li Wanê 2 leşker bi gumana vîrûsê rakirin nexweşxaneyê

Li navçeya Elbak a Wanê 2 leşkerên Tirk bi gumana vîrûsa Korona (Covîd-19) rakirin nexweşxaneyê.

Li gorî agahiyên hatin girtin 2 leşkerên Tirk ên ji bo 15 rojan ji Fermandariya Tabûra Jendarmeyan li destûrê bûn, roja Çarşemê di saetên nîvroyê de sewqî Wanê hatin kirin.

Her du leşkerên ku ji bo dermankirinê rakirin newxwexaneya Wanê, hate ragihandin ku rewşa yekê cidî ye.

Ji ber vîrûsa Korona welatiyên Wanê ji malên xwe dernakevin, kolan jî valane. Qelaya Wanê, Peravên Etemêtan û Îskele yên yek ji cihên herî zêde serdana wê dihate kirin, bi temamî valane.

Hate dîtin ku yên derdikevin kolanan jî bi maske ne. Rayedar jî ji berpirsyariyên zelal direvin. Walîtiya Wanê di rêza yekê de ye.