Li Wan, Agirî û Erzîromê operasyonên qirkirina siyasî

Hevserokê DBP'ê yê Elbakê Senar Yeşîlirmak ji mala xwe hat binçavkirin. Li Erzîromê 3 endamên ÎHD'ê, li Agirî jî kesek hatin girtin.

Hevserokê DBP'ê yê Elbakê Senar Yeşîlirmak ji mala xwe hat binçavkirin. Li Erzîromê 3 endamên ÎHD'ê, li Agirî jî kesek hatin girtin.

Polîsên tevgera taybet ên Tirk danê sibehê avêtin mala Hevserokê DBP'ê yê Senar Yeşîlirmak a li navçeya Wan elbakê. Di serdegirtinê de xwişka Yeşîlirmak Adalet Yeşîlirmak ji ber polîsan serî li serî xist, birîndar bû û rakriin nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê. Polîsên Tirk Senar Yeşîlirmak jî kirin binçavan. 

ERZÎROM

Li Erzîromê 3 rêveber û endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) hatin girtin. Endamê Desteya Rêveber a Şaxê  ÎHD'ê yê Erzîromê Erdal Ozakçîl û endamên ÎHD'ê Yavûz Karabûdak, Hamît Ateş û welatiyê bi navê Cemîl Kuş ên ku hatibûn binçavkirin, piştî ragirtina li Miduriyeta Emniyetê ya Erzîromê, sewqî dozgeriyê hatin kirin. Li dozgeriyê, ji 4 kesan Cemîl Kûş bi şertê "kontrola edlî" serbest hate berdan, 3 endamên ÎHD'ê jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Ozakçîl, Karabûdak û Ateş bi îddiaya ku "endamê rêxistinê ne" û "propagandaya rêxistinê kirine" hatin girtin. Her 3 kes birin Girtîgeha Tîpa H ya Erziromê.

LI GIYADÎNÊ KESEK HAT GIRTIN

Li navçeya Agirî Giyadînê, Latîf Polat ê duh li navenda sûkê ji aliyê polîsên Tirk ve hatibû binçavkirin, hat girtin.