BI DÎMEN

Li Viyanayê panela xwerêveberiyê

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi serenavê “Xwerêveberiyên li Kurdistanê û şerê Tirkiyeyê yê li dijî Kurdan” panel hat lidarxistin.

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê  bi serenavê “Xwerêveberiyên li Kurdistanê û şerê Tirkiyeyê yê li dijî Kurdan” panel hat lidarxistin.

Dîroknas û aktîvîst Mîchael Knapp wek axaftvan tevlî panel ali Zanîngeha Viyanayê bû. Mîchael Knapp ê  ji 1993’an ve li Bakûr, Rojava û Başûr lêkolînan dike, di heman demê de endamê kampanyaya “Tatort Kurdistan” a li Elmanya ye.

Di panelê de rewşa Kurdên Tirkiyeyê, yekîneyên parastina sivîl YPS û YPS-Jin, mijara konfederalîzma demokratîk a li Rojava hat destgirtin. Nêzî 100 kesî panel şopand.