Li Viyanayê komkujiyên dewleta Tirk hate şermezarkirin
Li paytexta Avûstûrya Viyanayê êrîşên dagirkerî û komkujiyên dewleta Tirk yên bi ser Efrînê,li pêşiya Nûnertiya Netewên Yekbûyî bi çalakiyekê hate protesto kirin.
Li paytexta Avûstûrya Viyanayê êrîşên dagirkerî û komkujiyên dewleta Tirk yên bi ser Efrînê,li pêşiya Nûnertiya Netewên Yekbûyî bi çalakiyekê hate protesto kirin.
Kurdistanî di bin pêşengtiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Viyanayê li hev civiyan û komkujiyên dewleta Tirk şermezar kirin. Kurdistaniyan pankartên ‘Terorîst Erdogan’ , ‘Artêşa Tirk ji Efrînê derkeve’ hildan û dirûşmeyên ‘Bijî Piştevaniya navneteweyî’, û ‘Bijî YPG/YPJ’ berz kirin.
Di çalakiyê de li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Viyanayê axaftin hate kirin û banga tevlîbûna çalakiyên protestoyî hate kirin yên ku wê li bajêr were lidarxistin.
Li aliyê din roja Şemiyê dewleta Elmanyayê ya ku bi firotina çekan piştgiriyê dide dewleta Tirk, wê bi meşeke li pêşiya Sefaretaxaneya Elmanyayê were protestokirin.