Li Viyanayê komkujiya çeteyan a li dijî Elewiyan hat şermezarkirin
Komkujiya çeteyên El Nûsra ya li hemberî Elewiyên li gundê Îştebrak ê Sûriyeyê, li paytexta Awûstûrya Viyanayê hat protestokirin.
Komkujiya çeteyên El Nûsra ya li hemberî Elewiyên li gundê Îştebrak ê Sûriyeyê, li paytexta Awûstûrya Viyanayê hat protestokirin.
Komkujiya çeteyên El Nûsra ya li hemberî Elewiyên li gundê Îştebrak ê Sûriyeyê, li paytexta Awûstûrya Viyanayê hat protestokirin.
Federasyona Yekîtiyên Elewiyan li Awûstûryayê û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk bi vê armancê mîtîngek lidar xistin û daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Girseya gel a saet di 19:00 de li ber Dêra Stephandomê civiya, ji bo bîranîna mirovên li gundê Îştebrakê hatin qetilkirin deqeyek rêz girt.
Li ser navê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk Derya Ay daxuyanî da çapemeniyê. Ay ragihand ku li gundê elewiyan ê Sûriyeyê Îştebrak ê li nêzî Hatayê ye, çeteyên El Nûsra yên ji Komara Tirkiyeyê destekê dibînin, gelek Elewî qetil kirine û got, "Komara Tirkiyeyê û hikûmeta AKP'ê ji her awayî ve destekê dide rêxistinên terorê El Nûsra, DAIŞ û yên mîna wan. Tê zanîn ku ev terorîstên dijminê mirovahiyê yên hov, perwerdeya xwe ya leşkerî jî ji Tirkiyeyê dibînin. Li hemû welatên xwedî mafên mirovan ên gerdûnî, xwedî û berpirsyarên komkujiyên bi vî rengî yên li dijî mirovahiyê weke rêxistinên terorê tên pênasekirin. Lê belê hikûmeta AKP'ê van hovan weke rêxistineke terorê qebûl nake û di ser re hewl dide wan mafdar nîşan bide."
Serokê Desteya Pîrên Federasyonê Ercan Sîndî jî di axaftina xwe ya li vir de bi vî rengî ji pêşhateyên baweriyan ên li cîhanê re axivî: "Li pêş çavê tevahiya cîhanê mirov ji ber baweriya xwe çi jin zarok û extiyar tên qetilkirin. Em weke oldarên baweriya Elewî di wê baweriyê de ne ku divê baweriya Elewî jî li vê cîhanê bijî û mafê her bawerî, çand û neteweyan hene jiyana xwe dewam bikin."
Sîndî Serokatiya Karên Diyanetê ya li Tirkiyeyê rexne kir ku ti nerazîbûnê nîşanî qetilkirina mirovan di bin navê Îslamiyetê de nade û pirsa 'gelo yên li pêşberî komkujiyan bêdeng e, çima li meqamên bi vî rengî rûdinên?' kir.