Li Viyana Qirkirina Ermeniyan hat şermezarkirin -BI DÎMEN-
Li paytexta Viyana Awûstûrya bi wesîleya 100. Salvegera Qirkirina Ermeniyan meş û mîtîngeke bîranînê hat lidarxistin.
Li paytexta Viyana Awûstûrya bi wesîleya 100. Salvegera Qirkirina Ermeniyan meş û mîtîngeke bîranînê hat lidarxistin.
Li paytexta Viyana Awûstûrya bi wesîleya 100. Salvegera Qirkirina Ermeniyan meş û mîtîngeke bîranînê hat lidarxistin. Di bîranîna ku ji aliyê Yekîtiya Hêza Demokratîk û Cemaeta Ermeniyan ve hat organîzekirin, nêzî 4 hezar kes beşdar bûn. Bîranîn li Karlsplatz/Reisselparkt destpê kir.
Di çarçoveya bîranînê de piştî ayîna li Dêra Stephansdom a ji bo kesên di qirkirinê de jiyana xwe ji dest dane, ber bi parlamentoyê ve meşek hat destpêkirin. Di bîranînê de ku stranên bi zimanê Ermenî hatin gotin û find hatin pêxistin, di axaftinan de hat xwestin ku Tirkiye bi qirkirinê re rû bi rû were.
LI PARLAMENTOYÊ BIRYARA ‘JENOSÎD'Ê
Ligel vê li Parlamentoya Awûstûrya 6 partiyan tiştên li hember Ermeniyan pêk hatine wek jenosîd qebûl kirin, hat ziman ku pêwîst e Tirkiye qirkirinê qebûl bike.