Li Viyana çalakiya nobetê

Li Viyana çalakiya nobetê

Li paytexta Viyana ya Awûstûrya bi armanca xwedîderketina li berxwedana Kobanê çalakiya nobetê hat destpêkirin.

Li Ewropayê çalakiyên ji bo şermezarkirina çeteyên DAIŞ û xwedîderketina li berxwedana Kobanê didomin. Çalakiya li paytexta Awûstûrya Viyana ji aliyê Komeleya Jinên Kurd a Awûstûrya (Avesta)  û Feykom ve tê organîzekirin. Çalakiya nobetê ya li ber Parlamentoya Awûstûrya hat destpêkirin wê sê rojan bidome.

Di çalakiya ku wê îro destpê bike û heta roja Înê bidome de wiha hat gotin, “Ev bang banga li hember terora çeteyên DAIŞ li rex Kurdan têbikoşin, bi gelên li Kobanê re di nav piştevaniyê de bin, deng û qîrîna vî gelê din bin talûkeya qirkirinê de bibihîzin, pêşiya komkujiyeke mimkun e pêk bê bigirin.”

Ji derveyî xebatkarên Feykom û komeleya Avesta parlamenterên Keskan Bêrîvan Aslan, Şenol Akkiliç, parlamentera Partiya Sosyal Demokrat Nurten Yilmaz, siyasetmedar Andreas Schîeder, ji Civabûna ji bo Gelên Bedohte Nadîne Papaî jî tevlî çalakiyê dibin.