Li Vîetnamê di fabrîkaya guleyên hewayî de teqîn: 21 kes mirin

Li Vîetnamê di fabrîkaya guleyên hewayî de teqîn: 21 kes mirin

Li Vîetnamê di fabrîkayeke guleyên hewayî ya ku li qada leşkeriyê bû teqîn pêk hat û herî kêm 21 kes mirin û 100 kes jî birîndar bûn.

Şêniyên bajaroka Thanh Ba ya eyaleta Phu To, bi teqîneke tund fikarên mezin jiyan. Di fabrîkayeke fîşekên hewayî de teqîn pêk hat û 21 kesî jiyana xwe ji dest da û 100 kes jî birîndar bûn. Du hezar kes jî hatin tahliyekirin. Berpirsyariyekî ji ekîba alîkariyê ya leşkerî, da zanîn ku piraniya kesên mirine, hatine şewitandin.

Rayedarekî ji polîsên eyaleta Phu Tho da zanîn ku agir kirine bin kontrola xwe û got ji bo vê teqînê lêpirsîn dane destpêkirin.