Li Venedîkê çalakiya ‘Azadiya Ocalan’
Li bajarê Venedîk ê Îtalyayê ji bo ‘Azadiya Ocalan’ çalakiyek hate lidarxistin.
Li bajarê Venedîk ê Îtalyayê ji bo ‘Azadiya Ocalan’ çalakiyek hate lidarxistin.
Komîteya Kurd a Venezîa, Partiya Komunîst a Rîfondazîon û Navenda Çanda Anarşîst û Demokratîk bi hevpar ji bo ‘Azadiya Ocalan’ çalakiyek lidar xistin. Di çalakiyê de xwepêşanderan daxwaza azadiya Ocalan û aştiya li Rojhilata Navîn kirin.
Çalakvanên ku li Qada Kampo San Ceremîayê kom bûn, diyar kirin ku desthilatdariya Erdogan, polîtîkayên qirkirin û îmhayê ya li ser gelê Kurd û hevkariya wê ya li gel DAIŞ’ê, Rojava û Rojhilata Navîn kirine gola xwînê.
Makro Sandî yê ku di çalakiyê de axivî wiha got: “Erdogan li Rojava û Bakurê Kuristanê li dijî Kurdan ji bo tinekirinê bi her rêbazên siyasî û leşkerî bikar tîne. Lê gelê Kurd ên li ber ronahiya pradîgmaya îdeolojîk a Ocalan, li ber xwe didin û bersiva pêwîst dide Erdogan û çeteyên DAIŞ’ê.
Piştre jî Parlementera HDP’ê Tûgba Hezar mafê axaftinê girt û bal kişand ser polîtîkaya faşîzmê ya Erdogan a 7’ê Hezîran, 1’ê Mijdar û referandûma 16’ê Nîsanê. Hezer her wiha bal kişand ser zext û êrîşên li ser partiya wan HDP’ê û girtinan.
Hezer, faşîzma Mûssolînî û Hîtler bibîr xist û got: “Îtalî yek ji gelê herî zêde faşîzmê baş dizanin in. Di wê hêviyê de ne ku dostên em yên Îtalî ku heta niha têkoşîna gelê Kurd bi tenê nehiştin, piştgiriya enternasyonalîst wê pêşbixin û dijî faşîzma Erdogan piştgiriya pêwîst nîşan bidin.”
Çalakvanna piştî axaftinên hatin kirin û şûnde dest bi meşê kirin û li ser Pira Scalzî ya kul i ser Qenala Mezin (Canale Grande) a yek ji navenda dîrokî û geştyarî ya Venedîkê ye pankarta bi nivîsa “Ji Ocalan Re Azadî” û “Li Dijî Erdogan û DAIŞ’ê li Rojhilata Navîn Aşît û Demokrasî” daliqandin û meşaleyên bi dû pêxistin.
Di çalakiya flamên PKK’ê û Ocalan hate hildan de, dirûşmên “Ji Ocalan Re Azadî” û “ Vîva Ocalan, Vîva Kurdistan” hatin qîrkirin.