Li Ukraynayê ji bo şerê li Sûriyeyê wargehên taybet tên vekirin

Li Ukraynayê ji bo şerê li Sûriyeyê wargehên taybet tên vekirin

Li Ukraynayê ji bo kesên bixwazin li Sûriyeyê şer bikin plansaziya wargehên perwerdeyê yên taybet tên kirin. Yek ji damezirînerên tabûra dildarên Rûs-Ukrayna û Îstixbarata Ukrayna (tabûrên ku ji bo Sûriyeyê hatine çêkirin) Sergey Razumovskî got, “Em ber bi çêkirina wargehên tetbîqatê yên nû ve diçin. Di van wargehan de ligel perwerdeya leşkerî, derbarê bikaranîna çekan de perwerdeyên nû yên taktîkî û amadekariyên leşkerî yên taybet jî wê bên kirin.”

Di nûçeya yek ji malpera nûçeya pêşketî ya Rûsya lente.ru de hat weşandin de hat ragihandin ku, ji bo kesên bixwazin li Ukraynayê  tevlî şerê Sûriyeyê bibin wê wargehên taybet ên tetbîqatê werin vekirin. Di nûçeya ku ajansa nûçeyan a Noviy Reîon wek çavkanî nîşan da cih da axaftinên Sergey Razumovskî ku yek ji damezirînerên tabura yekîneyên tê plankirin bişînin herêmê.

Razumovskî di axaftina xwe de got, “Ciwanên beşdarî kursan bibin wê di testa psîkolojîk re derbas bibin. Wê kurs herî kêm mehek û nîvekê berdewam bike.”

Di 31’ê Gulana  2013’an de sefîrê Sûriyeyê yê Ukrayna Mihemed Seîd Akîl di hevpeyvîna ku da“Înter TV” de gotibû  ku pêwîstiya Sûriyeyê bi leşkerên biyanî nîne û artêşa wan bi têra xwe bi hêze. Razumovskî di bersiva têkildarî  axaftina sefîr de got, “Beriya ku sefîr beşdarî Înter TV bibe em axivîbûn. Di hevdîtina me de nêrîneke berevajî van axaftinan kiribû. Em hêvîdar in di demeke kurt de ji aliyê Esad ve bersivek ji vê daxwaza me re were dayîn. Her çi qasî bêjin Artêşa Sûriyeyê bi hêze jî em dizanin ku di nav xwe de bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû tên.”

Razumovskî got ku ji derveyî Ukraynayê  ji Rûsya, Belarus û Moldovyayê jî gelek ciwan dixwazin bên van wargehan.